'Em ê bi serhildana Jîna Emînî jiyana azad misoger bikin' 2025-09-16 15:52:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya li ser salvegera sêyemîn a kuştina Jîna Emînî, jinan gotin, "Bi serhildana Jîna Emînînî re, em ê hevgirtina jinan xurt bikin, têkoşîna xwe ji bo bidawîanîna cezayê darvekirinê û avakirina jiyaneke azad û wekhev xurt bikin."   Ji bo salvegera sêyemîn a îşkence û kuştina Jîna Emînînî di 16'ê Îlona 2022'an de ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Îranê ve li gelek bajaran xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.   Stenbol   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) a Stenbolê li ber Konsulxaneya Îranê ya li Fatîhê di salvegera sêyemîn a kuştina Jîna Emînînî de daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankartek bi nivîsa "Bi Jîna, Jiyan Azadî re, em ê serhildana Jînan bin, em ê darvekirinan rawestînin" hate vekirin û gelek caran dirûşmên"Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.    Pinar Kamile Kandal daxuyanî xwend û  diyar kir ku ew di bin dirûşmeya "Jin Jiyan Azadi" de li her qadê serhildana gerdûnî mezin dikin. Pinar Kandal diyar kir ku rejîma faşîst a ku Jînayê kuşt, ji darizandina Pexşan Azizi, Werişa Muradi û Şerîfe Muhammedi bi cezayê darvekirinê paşve gav neavêtiye û wiha berdewam kir, "Heman zîhniyeta ku Jînayê kuşt û hewl da jinan bi cezayê darvekirinê bêdeng bike, heman zîhniyeta ku burqaya reş li ser jinan li Afganistanê ferz kir e. Heman zîhniyet e ku pêşnûmeyên qanûnê yên ku îstismara keçan  li Iraqê ferz dikin. Heman zîhniyet e ku jinên Elewî û Durzî li Sûriyeyê hedef digire."   Pinar Kamile Kandal ku daxwaza bidawîanîna cezayê darvekirinê li Îranê dike, tekez kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan zêde bikin û got, "Bi serhildana Jîna Emînî re, em ê hevgirtina xwe bi jinên Îranî re xurt bikin, têkoşîna xwe ya ji bo bidawîanîna cezayê darvekirinê û avakirina jiyaneke azad û wekhev zêde bikin."