Ji bo jinan perwerdehiya ajotina otobusan destpê dike 2025-09-26 20:52:12   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku tevkariyê li bidestxistina pîşeyî ya jinan bike û wekheviya zayendî di veguhastina komî de xurt bike, "Projeya Perwerdehiya Ehlîyeta Ajotina Otobusê ya Jinan" dîsa dide destpêkirin.   Di çarçoveya projeyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Serokatiya Daîreya Veguhastinê ve bi hev re tê meşandin, dê 50 jinên di navbera temenê 24-35 salî de perwerdehiya ajotina otobusê bistînin. Serlêdan dê di navbera 26'ê Îlonê - 10'ê Cotmehê de, li ser navnîşana înternetê ya https://kadinsofor.diyarbakir.bel.tr bêne kirin.   Pêvajoya perwerdehiyê   Namzetên ku şertên serlêdanê pêk tînin, dê ji bo hevpeyvînê (mûlakat) bêne vexwendin. 50 jinên ku di hevpeyvînê de biserkevin, dê ji perwerdehiyên teorîk, teknîk û pratîkî derbas bibin.   Şertên serlêdanê   Ji bo serlêdanê, divê ev şert bêne pêkanîn:   “•Xwedî Ehlîyeta Cûreya B (an zêdetir) bin.   •Pêşî (tercîhen) wesayîtê bi awayekî aktîf bi kar bînin.   •Di qezayeke trafîkê ya mirinî an birîndarî de bi kêmasiya serekî (qisûra esasî) cih negirtin.   •Ehlîyeta wan ji ber ceza xalan (puan) nehatibe desteserkirin.   •Ji ber ajotina di bin bandora alkolê de ceza negirtibin.”   Şaredariya Bajarê Mezin ragihand ku proje tenê perwerdehiya ehlîyetê dihewîne û soza kar tune ye.