Li hemberî destdirêjiyê dest bi nobedê kirin 2025-10-18 13:55:31   ŞIRNEX - Nûnerên Şaxa Egîtîm Sen ên Cizîrê ji ber ku cezayê Bûrak Ercan ê destdirêjî li zarokan kir hat xerakirin li navçeya Cizîrê dest bi nobeta edaletê kirin.   Endamên Nûnertiya Egîtîm Sen ya Cizîrê ji ber ku cezayê hefsê yê  Cîgirê Midurê Lîseya Pîşeyî ya Anatolyayê ya Cizîrê Bûrak Ercan ê ku destdirêjî li  38 zarokan kir  hat xerakirin, li Kolana Hunerê ya navçeya Cizîr a Şirnexê dest bi nobeda edaletê kirin. Gelek kes û endamên partiyên siyasî serdana nobeta edaletê kirin.   Hevşaredara Cizîrê Guler Tûnç ku serdana nobeta edaletê kir anî ziman ku wan weke Tevgera Jinên Azad (TJA) doza Bûrak Ercan heta niha şopandine û ew ê ji vir şûnde jî şopdarên dozê bin. Kesên di nobetê de ne jî derbarê doza  Bûrak Ercan ê ku destdirêjî kir agahî dan welatiyên hatine serdanê.