YJK-E'yê ji bo meşa Kolnê ya 8'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir 2025-10-21 13:28:37   NAVENDA NÛÇEYAN - YJK-E'yê ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê kir, ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin.   Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) daxuyaniyek weşand û di serî de jin û ciwan bang li gelê Kurd û dostan kir ku beşdarî meşa 8'ê Mijdarê bibin.   Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di ser komploya navneteweyî re 27 sal derbas bûn ku mîmarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hate derxistin. Têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya Rêber Apo 52 salan têkoşîna xwebûnê ya Kurdîtiyê meşand, hebûna Kurdan misoger kir û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Kurdan gihand asteke nû.   Bi rêya komploya navneteweyî hewl hate dayin ku têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê tasfiyekirin û ev konsept bi plana çalakiyê ya têkbirinê hate kûrkirin. Li hemberî vê yekê berxwedana destanî yıa bi pêşengiya Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd hate meşandin 27 sal in hewl dide komployê pûç bike û di asteke mezin de ev yek pêk aniye.   Di vê demê de ku Şerê Cîhanê yê 3'yemîn giran bûye, li hemberî polîtîkaya şerê Kurd-Tirkan ku armanca komploya navneteweyî ew bû, Rêber Apo gaveke dîrokî avêt ku hemû jiberkiriyên heyî têk bir, têkiliya Kurd û Tirkan ji nû ve sererast kir û ji bo çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê kete nava hewldanan.   Rêber Apo ya tinehesibandî di kesayetî û têkoşîna xwe de ji nû ve afirand û têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd da destpêkirin, lewma azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd e.   Di vê demê de ku li tevahiya cîhanê şer heye Rêber Apo aştî xist rojeva me, di demekê de ku her cûre êşkence û komkujî li jinan tê kirin azadiya jinê kir navenda paradîgmaya xwe, di serdemekê de ku talankirina xwezayê gihîştiye asta herî bilind jiyana ekolojîk ji xwe re kir esas. Ji ber vê jî azadiya Rêber Apo azadiya gelan, jinan û cîhana me ye.   Di demeke welê de ji bo pûçkirina bi temamî ya komploya navneteweyî ku 27 sal in dewam dike û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, şert û mercên jiyana azad û karkirina azad jê re bêne afirandin, di 8'ê Mijdarê de wê li Kolnê di asta Ewropayê meşek bê lidarxistin.   Di vê demê de ku em gelekî nêzî Rêberê xwe û azadiyê ne, em jin em ê bi hêvî û baweriyê di 8'ê Mijdarê de li Kolnê bin. Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan, gelê û dostên xwe dikin ku 8'ê Mijdarê beşdarî meşa dîrokî ya li Kolnê bibin."