Ji bo îfadeyê bang li rojnameger Dîlan Babat kirin 2025-10-23 16:43:30   AMED - Ji ber parvekirinek li ser Rojin Kabaiş, ku di bin şert û mercên gumanbar de miribû, li dijî rojnamevan Dîlan Babat lêpirsîn hate destpêkirin.   Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî nûçegihana me Dîlan Babat lêpirsîn daye destpêkirin û ew ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin. Dîlan Babat, ku bi parêzerê xwe re li Dadgeha Dîyarbekirê îfade da, ji ber parvekirina nûçeya "Îdîaya nehatî lêkolînkirin: Gelo cerdevanekî ewlehiyê heye ku ji welêt reviyaye?" ku di 21'ê Cotmehê de ji hêla ajansa me ve hatibû weşandin, rastî lêpirsînê hat.   Dîlan Babat bi rêya Sîstema Agahiyên Bi Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) bi tohmeta "belavkirina agahiyên şaş ji raya giştî re bi eşkereyî" îfadeya xwe da dozgeriyê.   Dîlan Babat û parêzer ev sûc qebûl nekirin û diyar kirin ku wan ev nûçe wekî îddia parve kirine.