Şîna Gulcan Budak bi girseyî hat ziyaretkirin 2025-10-25 18:25:17     MÛŞ – Ji bo Gulcan Budak (Gulan) ya di 2016’an de  jiyana xwe ji dest dabû li gundê Mollakent a Mûşê şîn hat danîn. Bi tevlibûna MEBYA-DER, DBP, DEM Partî û TJA’yê serdana şînê hat kirin.    Gulcan Budak (Gulan) ku dema qedexeyên derketina derve de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû cenazeya wê ji Rihayê hat girtin. Gulcan Budak di 11’ê Sibata 2016’an de li Cizîrê di pevçûnê de jiyana xw eji dest dabû û cenazeya wê li goristana bêkesan hatibû definirin. Li ser serlêdana malbatê piştî 9 salan şûnde cenaze hat girtin. Cenaze li gundê Mollakent a Kop a Muşê hat definkirin û malbatê şîn li gudn danî.    Bi tevlibûna MEBYA-DER, DBP, DEM Partî û TJA’yê, endamên meclîsa şaredariya Kopg û hevşaredar bi girseyî serdana şînê hat kirin .