'Kobanî bi felsefeya Rêber Apo rizgar bû' 2025-10-31 09:52:24   Evîn Çîftçî-Gulîstan Gulmuş   RIHA - Ji Kongra Star  Semîre Ehmed derbarê roja Kobanî ya berî bi 11 salan de got, "Kobanî neket ji ber ku xwîn ji çar perçeyên Kurdistanê li vir hat rijandin. Ev cih bi saya keda şehîdan û felsefeya Rêber Apo hat rizgarkirin."   Yanzdeh sal di ser têkoşîna 134 rojî ya li dijî hewldana dagirkirina DAIŞ'ê ya Kobanî di sala 2014'an de derbas bûn, ku bi serkeftinê bi dawî bû. Her ku gelê Kurd ji bo Kobanî li seranserê Kurdistanê daket kolanan, gelên cîhanê jî li dora wan kom bû. Tevî nêzîkatiyên provokatîf û nûçeyên medyaya alîgir di vê serdemê de, berxwedana jin û gelê Kobanî şopek girîng li dîrokê hişt. Tevî ku hikûmetan nikaribû wan rawestînin jî, DAIŞ û alîgirên wê têkçûna xwe ya yekem a mezin dîtin û Kobanî ji bajarekî veguherî sembolek cîhanî.   Endama Kongra Star Semîre Ehmed ku wê demê beşdarî berxwedana Kobanî bû, di salvegera 11'emîn a Roja Kobanî de ji ajansa me re axivî.   'Me piştgirî û moral dida şervanan'   Endama Kongra Star Semîre Ehmed ku pêşî destpêka şerê Kobanî vegot  ev tişt lê zêde kir"Min û gelek hevalên din li herêma Şehîd Serhat ji bo şervanan xwarin çêdikir.  Me dermankirina birîndaran dikir û cilên wan dişuştin. Me cilên YPJ'yiyan dişuştin û me hewl dida ku bi stranên xwe moralê birîndaran bilind bikin. Wan ji me re digotin, 'Berxwedana Kobanî berxwedana dayikên wan e.' Tiştekî wisa li tu deverek din a cîhanê nehatiye dîtin. Wan ji me re digor hatina weya vir, 'Mîna hatina dayikên me ye.' Me tu cudahî di navbera zarokên xwe û wan de nedikir. Sê zarokên min berê tevlî berxwedanê bûbûn. Yek ji keçên min berî ku DAIŞ bigihîje vir bi 16 hevalên xwe re li gundekî şehîd bû. Cenazeyên wan hîn jî di destê DAIŞ de ne."   'Kobanê nakeve ji ber ku li vir ji çar beşên Kurdistanê xwîn rijiya'   Semîre Ehmed destnîşan kir ku berê Kobanî nedihat naskirin, lê bi saya têkoşîna piştî şer li çaraliyê cîhanê bû navekî navdar û got "Heval li kêleka me birîndar dibûn û şehîd dibûn. Dema ku gelek kes koçî Bakurê Kurdistan dikirin, min tu carî ji zarokên xwe re negot ku koç bikin. Em bi vê hêz û moralê li Kobanî man. Me got, 'Çi erk bikeve ser me, çi ji me bixwazin, em ê wê bicîh bînin.' Her wiha girîng e ku meriv ji bîr neke ku mirovên ji Bakurê Kurdistan çar mehan li ser sînor bi me re bûn. Her kesê ku baweriya xwe bi azadiyê anîbû derbasî Kobanî bû. Ez dixwazim tiştekî din behs bikim ku li wir bala min kişand. Carinan, dema ku heval şehîd dibûn, xizmên wan dixwestin nasnameyên wan bistînin. Hevalên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava şehîd dibûn. Ji ber vê yekê, heta ku hevalên weha bi hev re bin, ez ê ji Kobanî hez bikim. Ji ber vê berxwedana ji çarparçeyên Kurdistanê min digot wê Kobanê nekeve. Beriya şer kesekî navê Kobanê nizanibû. Lê bi saya YPG, YPJ û QSD'ê hemû cîhanê navê wê bihîst."    Got 'Ez Kurd im'    Semîre Ehmed destnîşan kir ku bûyerek ku bala wê kişand çîroka şervanek bi navê Kader bû ku li Stenbolê dijiya û ji bo têkoşînê hatibû vir. Semîre Ehmed axaftina ku wê bi bavê wê re piştî mirina Kader li ser sînor kiriye wiha vegot: "Keçek ciwan ji Stenbolê bû, navê wê Kader bû. Bavê wê Kurd û dayika wê Tirk bû. Ew li Stenbolê mezin bû û dema ku seferberiya li Kobanî dest pê kir, Kader jî ber bi vir ve hat. Lêbelê, dewletê heval Kader li ser sînor şehîd kir. Dema ku wan Kader anî ba me, me gazî malbata wê kir û bavê wê got, 'Keça min navê Kobanî jî nizanibû. Dema ku Rêber Apo seferberî ragihand, wê got, 'Keça min, got 'ez Kurd im,' û ber bi Kobanî ve çû.' Ev bûyerek dîrokî bû. Yên ku li Kobanî nekarîn tasek av jî vexwin, li vir şehîd bûn."   'Ger Kobanî azad bibe, bila li ser gora min bêjin 'azad bûye'   Semîre Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev der bi saya felsefeya şehîdan û Rêber Apo azad bû. Rêber Apo gel li pişt xwe digire, ji ber vê yekê ez êdî natirsim. Dema ku min ji zilamekî pirsî, 'Apo, tu dikarî çekê hilgirî?' wî bersiv da, 'Her çend ez nikaribim çekê hilgirim jî, ma ez nikarim ji bo şervanan bixebitim?' Kobanî di sala 2015'an de azad bû, lê xwezî wan hevalên şehîd jî ew bidîtana. Dema ku em çûn Qada Şehîd Serhat, hevalekî me yê şehîd, berî ku şehîd bikeve bi xwîna xwe, li ser dîwêr nivîsîbû» û digot, 'Ez deyndarê Kobanî me. Ger rojekê Kobanî azad bibe, bila werin ser gora min û bibêjin, 'Kobanî azad bûye.' Piştre, Kobanî, ku 74 dewlet ji bo wê rabûn ser piyan û 1'ê Mijdarê bû Roja Cîhanê ya Kobanî."