‘Têkoşîna azadiyê îlhamê dide hemû gelan’ 2025-11-01 20:03:57   NAVENDA NÛÇEYAN -  Li bajarê Frankfurtê rêxistinên ciwanên şoreşger ên Kurd di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî Kobanê ya Cîhanê de stand vekirin û mîrateya berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava vegotin.   Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJin), bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî Kobanê ya Cîhanê li bajarê Frankfurt ê Almanyayê standek vekirin.   Di standê de Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ku di sala 2014’an de li dijî tarîtiya DAÎŞ’ê hate destpêkirin, hate vegotin. Ciwanan destnîşankirin ku têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest çavkaniya îlhamê ye.   Ciwanan hirgûliyên berxwedana bi qehremanî ya gelê Kobanê li dijî DAÎŞ’ê vegotin û diyarkirin ku ev berxwedan wekî têkoşînekî azadiyê ya gerdûnî derbasî dîrokê bûye.   Ciwanan diyar kirin ku parastin û jiyanîkirina ruhê berxwedanê ya Kobanê, berpirsyariya bingehîn a her evîndarên azadiyê ye.