Şandeya DEM Partiyê ku çûbû İmraliyê vegeriya 2025-11-03 18:14:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya.   Endamên Şandeya Îmraliyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn buldan, Mithat Sancar û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîl Ozgur Erol piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriyan.   Hevdîtin nêzî 5 saetan dewam kir. Tê payin ku şande wekî hevdîtinên din, daxuyaniyeke bi nivîskî belav bike.   Heyeta DEM Partiyê dê sibe derbarê hevdîtina ku kir de daxuyaniya nivîski bide.