'Divê pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin' 2025-11-04 10:14:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku bi heyeta DEM Partiyê re hevdîtin kir wiha got:": Divê diyardeya Kurd bi her alî tevlî qanûnîtiya Komarê bê kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin. Derbasbûna li nava qanûnîbûnê ya bi rengê diyardeyeke bitunî wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike."   Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, duh bi Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan re hevdîtin kir. Şandeyê, têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî da.    Daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin kir, bi vî rengî ye:   "Di 3'yê Mijdara 2025'an de me li Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke gelekî erênî pêk anîn, ku nêzî sê saetan dewam kir. Tenduristî û moralê wî gelekî xurt bû. Di hevdîtinê de bi kurtasî ev nirxandin kir:   Ji bo pêvajoya heyî bi pêş ve bê birin, divê dîrok û sosyolojî bi rengekî hîn cidî bê nirxandin. Girîng e tespîta wê yekê bê kirin ku têkiliya Tirk-Kurdan weke du sitûnên du hezar salî gihîştiye vê serdemê. Pêwîst e ev herdu sitûn bêne dîtin, fêhmkirin, sererastkirin û bi vî awayî yekîtî bê xurtkirin.   Ne bi destnîşankirina xêzikan, lê bi afirandina asoyekî ku pirsgirêkên me yên rojane jî dihewîne, divê em tevbigerin.   Di nava şert û mercên kêm û sînorkirî de ji bo meseleyeke dîrokî em di nava hewldaneke cidî de ne. Em hewl didin asteke erênî biafirînin, ne neyînî û hilweşîner. Divê diyardeya Kurd bi her alî tevlî qanûnîtiya Komarê bê kirin û ji bo vê jî pêvajoyeke derbasbûnê ya xurt esas bê girtin. Derbasbûna li nava qanûnîbûnê ya bi rengê diyardeyeke bitunî wê hîmên hiqûqî yên Komara Demokatîk qewîn bike.   Derfetên entegrasyona demokratîk ku îro ji aliyê serdemî ve li ber destê me ne, hem herêmî ye hem jî gerdûnî ye. Ji bo em karibin derbasî asta pozîtîf bibin, gelekî girîng e ku di vê pêvajoyê de her kes bi hesasiyet, cidiyet û têgihiştineke berpirsyarane tevbigere.   Li gel hurmetdariyê."