Di bin dorpêçê de çalakiya ji bo Rojîn Kabaîş 2025-11-06 20:30:42   WAN - Xwendekarên ji bo ronîkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîş û kampusek bi ewle di çalakiyê de ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) bi daxwaza mirina biguman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin û kampusek bi ewle çalakiya dabûn destpêkirin di roja 24’an de berdewam kirin. Xwendekar carek din j aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Xwendekarên li ber avahiya rektoriyê ya nava zanîngehê de hatin gelhev, ji aliyê polîsan ve hatin daropêçkirin.   Xwendekar li dijî tehdîda polîsan a binçavkirinê, li ber derî dest bi çalakiya runiştinê kirin. Li aliyê din rojnamegerên ku çalakî dişopandin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.