Ji bo Rojîn Kabaîş banga edaletê kirin 2025-11-11 21:48:45   ANTALYA – Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê balkişandin ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş û gotin: “ATK gumanbara aşkera bikin. Hesabê Rojînê biprisin. Ev ne întîxare cînayete.”   Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê der barê mirina biguman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî li Sûka Olbîa çalakî pêk anîn.   Sude Usul daxuyanî xwende û da zanîn ku tevî salek di ser mirina biguman de derbas bûye hîna bûyer nehatiye ronîkirin û gumanbar nehatine darizandin. Suda Usul destnîşan kir ku wên dixwazin mirinê di tarîtiyê de bihêlini dixwazin ew bêdeng bin û got heta hesabê Rojînê neyê pirsîn wê têbikoşin.   Sude Usul diyar kir ku divê kujer bên aşkerakirin û cezayên pêwist lê bên birîn.   Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.