TJA li Dihê civîna 25'ê Mijdarê li dar xist 2025-11-12 15:30:15   SÊRT - Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de TJA, li gundên navçeya Dihê ya Sêrtê civîn li dar xistin û bal kişandin ser girîngiya azadiya jinan û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan a Navneteweyî, Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxên Sarigul û Memîran a navçeya Diha Sêrtê civîn li dar xistin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê Naze Bulga, Hevşaredara Sêrtê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Sofya Alagaş, endama Meclîsa Partiya DBP'ê Gulşen Demîr û hevseroka DBP'ê ya Dihê Eda Kilis tevlî civînê bûn.    Gulşen  Demîr, di civînê de axivî û bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û dû re jî derbarê azadiya jin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.    Naze Bulga jî di axaftina xwe de banga beşdarbûna meşa 25'ê Mijdarê ya ku dê li Sêrtê bê lidarxistin kir.