Li Westanê atolyeya jinan 2025-11-12 18:26:01   WAN - Li gundê Norhox a Westanê bi jinan re atolye hat kirin û Yildiz Çetîn ya TJA’yî  di atolyeyê de balkişand ser rêgezên civaka demokratîk û got: “Jin azad bin wê civak jî azad be. Azadiya jinan bi saya têkoşîna jinane. Îro jinên Kurd bi saya Birêz Ocalan û tevgera Kurd tên nasîn.”   Li gundê Norhox a Westan a Wanê bi pêşengiya şaredariya Westan û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî atolye pêk anîn. Hevşaredara Westanê Kubra Akti û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA)  û gelek jin tevli bûn.   Yildiz Çetîn ya TJA’yî di atolyeyê de axivî û got: “Divê em jin piştgiriyê bidin hev, bên gel hev. Em jin ne bê çare ne. Li her derê mafê jinan heye. Divê em jin mafê xwe  bixwazin. Ji bo azadiya xwe têbikoşin. Civak azad  be wê jin azad bin. Em bi saya Birêz Ocalan û tevgera azadiyê tên nasîn.”   Atolye bi nîqaşan bidawî bû.