Ji bo kesên li Dîlovasi jiyana xwe ji dest dan daxuyanî 2025-11-12 21:05:42   ESKÎŞEHÎR- Platforma Jinan a Demokratîk a Eskîşehîrê ji bo jinên di şewata li kargeriya parfumê ya Dîlovasi derket de jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan û gotin: “Pergala qesrê dixwaze ku jin wek hêza kar a erzan di fabrîqeyan de li malê li kargeriyan serî bitewînin. Patron hêza vê pergalê bikar tînin û maf xesp dikin.”   Platforma Jinan a Demokratîk a Eskîşehîrê der barê teqîna di Ravîve Kozmetîk a li Dîlovasi pêk hat û 2 jê zarok 6 jinî jiyana xwe ji dest da de li ber Kanatli AVM daxuyanî da. Di daxuyaniyê de seroka Partiya Kedê Ceren Kokoglu axivî.   Ceren Kokoglu da zanîn ku encama înhmalkariyê de cînayeta kar pêk hatiye û got : “Ji kesên jiyana xwe ji dest dane 3 zarok 3 jin bûn. Hemû bê sîgorte dihatin xebitandin.  Pergala qesrê dixwaze ku jin wek hêza kar a erzan di fabrîqeyan de li malê li kargeriyan serî bitewînin. Patron hêza vê pergalê bikar tînin û maf xesp dikin. Karkeriya zarokan pir zêde bûye. Bê sîgorte didin xebitandin.  Keda jin û zarokan tê binpêkirin.”