Li Mûşê jin li dijî tundiyê di hevdîtinê de hatin gel hev 2025-12-19 18:35:35   MÛŞ - TJA û şaredariya Mûşê bi mijara ‘wekheviya zayenda civakî û tundiya li dijî jinê’ bi jinan re hat gel hev û xebata hişmendiyê meşand.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û şaredariya Mûşê li taxa Yeşîlyurt hevdîtina jinan bi navê  ‘wekheviya zayenda civakî û tundiya li dijî jinê’ pêk anî. Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan di hevdîtinê de axivî û balkişand ser nêzîkatiyên olan a li hember jinan û got got polîtîkayên li hember jinan cihê wan di olan de tuneye.   Piştre hevseroka DEM Partî ya Muşê Çîçek Tutuş axivî û da zanîn ku divê li dijî zîhniyet aserdst a mêr ew li her derê bin û bi hişmendiya ku mafê wan hene tevbigerin.   Bername bi nirxandinên jinan bidawî bû.