Li Xarpêtê bi pileya 4.7 erdhej pêk hat 2026-01-03 21:36:53   XARPÊT -  Li navçeya Baskîl a Xarpêtê bi pileya 4.7 erdhej pêk hat.   Navenda wê navçeya Baskîl a Xarpêtê bû bi pileya 4,7 erdhej pêk hat. Li gorî agahiya di malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşên Karaset û Lezgîn erdhej di 9.85 kîlometre kurahiya erdê de pêk hatiye.