Li Îranê çalakî di roja 14'emîn de berdewam dikin 2026-01-10 13:28:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 14’emîn de didomin. Hat ragihandin ku 57 xwepêşander hatine kuştin û bêhtirî 2 hezar kes jî hatine binçavkirin.   Xwepêşandanên ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî qeyrana aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi tûndtirîn şêwaz bi ser xwepêşandanan diçe jî, her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibin.   Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 14’emîn a xwepêşandanan de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrîşî ser xwepêşandanan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ew ê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin serî li nexweşxaneyan bidin.   Xwepêşandana gelên Îranê li 512 navçe, 180 bajarok û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh ji bo piştgiriyê tevlî xwepêşandan bûne.   Li gor agahiyan li hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, gelek ji hêzên ewlehiyê û Supayê Pasdaran ji bajar hatine derxistin, dikan û cihên giştî girtîne.   Li aliyê din li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov ya HRANA’yê, di 14 rojên xwepêşandanê de 2 hezar û 311 xwepêşander hatine binçavkirin, herî kêm 57 xwepêşander hatine qetilkirin, 7 ji wan zarok in û bi dehan xwepêşander jî birîndar bûne.   Hatiye diyarkirin ku di nava xwepêşanderên hatine girtin de zêdetirî 167 jê zarok in û temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Her wiha 48 jê xwendekarên zanîngehê ne.   Hatiye gotin ku hêzên rejîma Îranê bi darê zarê bêy amadebûna parêzeran, îfadeyên xwepêşanderên hatine binçavkirin digrin û li ser medyaya fermî ya Îranê di weşînin.