KJAR: 4'ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye 2026-04-02 10:56:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona KJAR'ê, 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.   Koordînasyona KJAR'ê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz kir û şehîd bi bîr anî.   Daxuyanî bi vî rengî ye:   "Em di serî de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ku dikeve 77 saliya xwe û sala 22’yemîn ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) pîroz dikin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Damezrandina PJAK’ê di rojeke wiha pîroz de bêguman nîşan dide ku ev tenê rojbûnek biyolojîkî nîne. Di heman demê de rojbûn û vejîna gelek hebûnên ku careke din pênaseyên jiyanê bi xwe dîtinê ye.   Carnan ferdek dikare tevahiya rêveçûna dîrokê biguherîne. Carnan ferdek dikare wer bike ku civak bi wê re were pênasekirin. Her ferd, her hebûn di heman demê de dikarin gelek guhertinên mezin û bingehîn di serî de di xwe de û pey re di civaka xwe de çêbikin. Bêguman her hebûnek bêyî civaka xwe guhertinan çênake. Hebûna ku wateyên mezin û bedew li xwe bar kiriye, dikare wateyên mezin bide civaka xwe jî. Ferdek bi şertekî ku kariye di xwe de guhertinên mezin di warê hişmendî de çêbike, ango di nêrîn û têgihiştina xwe ya jiyanê de cuda bifikire, ew dem e ku civaka wê jî dibe civakek cuda. Em vê hewldan û keda ferdek pêşeneg re dibêjin xwe fedakirina di oxira nirxên civaka xwe de. Wê demê her hebûn wateyên mezin di nava xwe de nahewînin. Her hebûn nirxên pîroz çênake û mayînde nake. Ferdên ku xwe fedayî civaka xwe dikin, ji xwe derbas dibin û barê civakbûna xwe bi fedakarî radikin, kesên rêber û pêşeng in.   Rêber Apo xelateke ji dayik-xwedawendane ku dixwazin şopên wan ên wekhevî, hezkirin û jiyana azad her tim li ser van xakan dewam bike. Rêber Apo lawikê herî bi xêr û hêja yê jin-dayik e ku bi hiskirina berpirsyartiya mezin li beramber civaka xwe, ev çanda qedîm bi hebûna xwe carekedin îspat û zindî kir. Derketina Rêber Apo ji bajarê Urfayê ku dergûşa çand, zanist û baweriyane ji xwe ber nîne. Xîmê yekemîn ê van hemû zanistan bi destê dayik- xwedawendan hatiye hûnandin. Ji bo wê jî ewqas bi dijwarî jî rastî êrişan hatiye. Di dirêjahiya dîroka vê xaka kevnar de desthilatdaran hewl dane vê şopê ji binî ve rakin û tine bikin. ji bîr û hafizeya gelan jê bibin. Lê derketina Rêber Apo îspat kir ku ti caran bîr û hafizeya civakî tine nabe. Dibe rastî gelek êrişan were, ji rê were derxistin lê her tim cewhera xwe ya civaka Polîtîk Exlaqî berdewam dike û dijî. Di gelek lêkolînên dîrokî de em rastî şerê di navbera başî û xirabiyê de tên.   Em di serdema desthilatdarên bê maske de ne. Hîn jî dixwazin bi rêbazên xwe yên cuda hafizeya civakê bi ferasetên xwe yên dije-civak tije bikin. Têgînên nû yên nijadperest û cinsiyetparêz her roj wek jehrê empozeyî civakan dikin. Xafil ji wê ku civak hebûnek gelekî zindî ye. Ger hişk jî bibe wek gihayekî dikare li ser koka xwe şîn bibe. Fikir û felsefeya Rêber Apo derfet da civaka Kurdistanê ku li ser koka xwe ya dîrokî û kevnar carekedin şîn bibe.   Di serî de ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê Rojbûna Rêber Apo wek bi xwe hesînê ye. Jin bi fikir û felsefeya azadiya ya Rêber Apo bi hebûna xwe hesiya. Felsefeya Rêber Apo deriyê hemû qefesên bi ser jinê ve hatibûn daxistin, vekir û jin gihiştin wateya firînê. Di çanda jinan de firîn tê wateya zanîn û bi xwe hesînê.   Jin di cendereya şer, talan û dagirkeriyê de li pey wan kêliyên azadiyê digerin. Îro desthilat ji bo cîhanê reştir û tarîtir bikin dîsa bi hev ketine. Êdî jinên Kurd wek berê mehkûmî van şeran nîne û wê nebe jî. Sekna bi wêrek û tije zanist a jina Kurd li beramber her cûre desthilatdariyên paşverû yên herêmî û cihanî, bi saya fikir û ramana Rêber Apo ye. Jinên Kurd bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî sînorên di navbera xwe de şikandin û xwe gihandin her jinekê ku dilê wan ji azadiyê re lêdide. xwe gihandin jinên İranî jî, Jinên bi firînê bawer dikin.   Jin Jiyan Azadî li her derê guhertinek çêkir. Li Îranê Jin jiyan Azadî textê dîktatorekî hilweşand. Wa dawî li hikumraniya hezarê salan a dewletek xwînar û dije jin tîne. Jin li Îranê bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikarin Îrana bedew, Îrana tije zanist û felsefeyê, Îrana bawerî û çandan careke din ji destê zaliman derxînin. Jin bi hevgirtin, bi xwe parastin û xwe rêxistinkirinê dikarin bermahiyên mayî yên vê rejîmê jî di bin lingê xwe de bipelçiqînin. Ji bo wê jî em wek KJAR di vê serdema ku em gavên dîrokî ber bi Şoreşa Mezin a Jin Jiyan Azadî ve davêjin; Bang li hemû jinên Îranî dikin, Werin em di vê roja pîroz a 4 Nîsanê de ku di heman demê de roja xweza û jîngehê ye, bi rihê jinên ku di zivistana bihorî de canê xwe feda kirin, tevna jiyana azad ji niha ve daynin û dest bi neqişandina wê bikin. Werin paşeroja xwe em bi xwe ava bikin û bihara Îranê bedewtir bikin. Bi vê bîr û baweriya ku wê jinên Îranî bi destê xwe Îranek azad û demokratîk ava bikin, têkoşîn û berxwedana hemû jinan silav dikin. Careke din Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li hemû jinên Kurd, Lor, Azerî, Belûç, Fars, Ereb, Tirkmen û Mazî pîroz dikin."