Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ dest pê dike ! 2026-04-10 08:59:14     AMED - Pêşbaziya ku ji aliyê Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê ve, bi piştevaniya Navenda PENa Kurd, Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd ve tê organîzekirin, bi dirûşma “Bi Çîrokekê Bihar Tê!” di nav xwendekarên dibistanên amadehiyê de pêşbaziyeke çîrokên Kurdî (Kurmancî û Kurmancî) ya taybet li dar dixe.   Deriyê pêşbaziyê tenê ji bo hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê vekirî ye. Serlêdan dê di 1’ê Avrêlê de dest pê bike û di 10’ê Gulanê de bi dawî bibe. Encamên pêşbaziyê jî dê di 15’ê Gulanê de bên eşkerekirin.   Tenê çîrokên ku bi zimanê Kurmancî an Kurmanckî hatine nivîsandin, dikarin beşdarî pêşbaziyê bibin. Çîrok divê ji navnîşana cirok-hikaye@kayapinar.bel.tr re bên şandin.   Di dawiya pêşbaziyê de, berhemên ku bên hilbijartin bi ragihandinê re bi diyariyên surprîz werin xelat kirin. Yekeya Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî û Meclîsa Ziman a Şaredariya Peyasê diyar kir ku ev pêşbazî bi armanca pêşxistin û geşkirina ziman û çanda Kurdî tê lidarxistin û hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê ji bo beşdariyê vexwendin.   Şertên beşdarbûnê bi vî awayî dan xuyakirin:    Pêşbaziya ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’    Tevahiya xwendekarên dibistanên amadehiyê bi çîrokên xwe yên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî yên ku berê çap nebûne dikarin beşdar bibin. Şertên Beşdarbûnê:   Pêşbirk bi Kurdî (Kurmanî/Kirmanckî) ye.   Hemû xwendekarên dibistanên amadehiyê/lîseyê dikarin beşdarî pêşbirkê bibin.   Her beşdarek dikare bi çîrokekê bi tenê beşdar bibe.   Çîrok divê ji 4 rûpelên A4’an dirêjtir nebe.   Divê çîrok berê li tu derekê nehatibin çapkirin.   Divê nivîskar bi heman çîrokê berê beşdarî pêşbirkeke din nebûbe.   Nivîskar ji aliyê mijarê ve serbest in.   Her nivîskar ji naveroka çîroka xwe berpirsiyar e.   Mafê Şaredariya Peyasê heye çîrokên ku bên hilbijartin bêyî ku telîfê bide di malper û bultenên xwe de biweşîne.   Çîrok divê bi bernameya Wordê ji e-maila li jêrê re bê şandin.   Xwediya/ê çîrokê divê agahiyên xwe di heman mailê de wek belgeyeke cuda bişîne.   Serlêdan dê di 1’Avrêlê de dest pê bikin û di 10’ê Gulanê de bi dawî bibin.   Encam dê di 15’ê Gulanê de werin eşkerekirin.   Xwediyên çîrokên ku bên hilbijartin dê bi diyariyên surprîz werin xelatkirin.   Têkilî: