Jinan ji Dêrsimê bang kirin: Li ber çavan, ser komkujiyê girtin 2026-04-17 13:48:21   DÊRSIM – Ji bo Gulistan Doku jinan daxuyaniya ku dan de gotin,”Tuncay Sonel hêza xwe ya burokrasiyê bikar anî û ser komkujiyê girt.”   Ew li ber çavan sekinîn û temaşe kirin ka Tuncay Sonel çawa hêza xwe ya di burokrasiyê de bikar anî da ku kuştinê veşêre."   Platforma Jinên Dêrsimê têkildarî lêpirsîna xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku de li ber Edliya Dêrsimê daxuyanî da. Malbata Gulistan Doku, parlamenterên DEM Partî û CHP’ê, ji bajarên Kurdistanê gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakên sîvîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyê Gulistan Doku û dovîzên “Ji bo ne jinên winda bûne, yên hatine windakirin re edalet”, “mêr lêdixe, dewlet diparêze” hatin bilinkirin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeya “Gulistan Doku li ku derê ye?”, “Ji bo Gulistan edalet”, “Komkujiya jinan polîtîk e” hat berzkirin.   ‘Hêza xwe ya burokrasiyê bi kar anî’    Seroka Komeleya Piştgiriya Jinan a Yenigunê Serpîl Argin li ser navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku ew 6 sal in dipirsin ka çi bi serê Gulistan Doku hatiye. Serpîl Argin bi bîr xist ku dozgerên wê demê gotibûn, “Ne dîmenên kamerayê, ne şahidên bûyerê, ne delîl hene” û bal kişand ser ku li ser îxbara derbarê sûcdar kurê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel ku wê demê hem walî û hem jî qeymeqam bû, ti lêpirsîn nehatiye kirin û got, “Wan temaşe kir ku Tuncay Sonel çawa hêza xwe ya di burokrasiyê de bikar tîne da ku kuştinê li ber çavên wan veşêre.”   Serpîl Argin di dawiyê de got divê demildest Tuncay Sonel bê girtin û bandawaziya piştgiriyê kir.   ‘Di dosyeyê de îtîrafkar heye’   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu axivî û diyar kir ku zîhniyeta desthilatdar Tirkiye veguheriye “goristana jinan” û got ku doza Gulistan Doku doza hemû jinan e. Ayten Kordu wiha pê de çû, “Ev doz ne tenê ya Gulistan Doku ye, ya hemû jinan e. Ji ber vê yekê, em jin ne tenê ji bo hevgirtinê li vir in; em xwediyên vê dozê ne, em doz bi xwe ne. Her çiqas delîl dihatin tunekirin jî, me ev got; jin tên kuştin, doz bi binavkirina wan wekî mirinên gumanbar têne girtin û jin ber bi xwekuştinê ve têne ajotin.”   Ayten Kordu teqez kir ku divê Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Suleyman Soylu ku tayînê dosyeyê hatiye kirin û Tuncay Sonel parastiye jî di nav lêpirsînê de cih bigire û got, “Divê Suleyman Soylu ku wê demê Wezîrê Karên Hundir bû, her wiha walî, midûrên polîsan, serdozger û rektorê Zanîngeha Mûnzûrê hemî di vê lêpirsînê de cih bigirin. Di dosyayê de îtîraf hene.”   ‘Berpirsyarên sereke ne’   Parlamentera CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca jî wiha axivî, “Îro em di têkoşîna Gulîstan Doku, di têkoşîna edaletê ya Gulîstan Doku de kêliyên girîng dibînin. Dema em dibêjin ku kuştinên jinan siyasî ne, em îro tam şahidê vê yekê ne, bi derketina holê ya çeteyeke rêxistinkirî ku kuştin û windakirinên bi zorê dike. Berpirsiyarê sereke walîyê wê demê ye ku desthilata xwe ya fermî bi kar anî da ku delîlên kuştina Gulîstanê ji holê rake û rêça lêpirsînê biguherîne. Hemû hêmanên vê avahiya rêxistinkirî yên ku fermanan didin û yên ku wan pêk tînin, berpirsiyarê sereke ne.”   ‘Hêviya me bi tenê goristanek e’   Dû re dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku mafê axaftinê girt û ji ber piştevaniyê spasiyê kir. Xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku jî spasiya her kesê kir ku zêdetirî şeş salan piştgirî daye wan.  Aygul Doku wiha pê de çû, “Dema ku em nû gihîştin vî bajarî, waliyê wê demê Tuncay Sonel em bir ser Pira Dînarê û got, ‘Gulîstan întîxar kir; em ê tezmînatê bidin we.’ Wan em li ser pirê kilît kirin û çeteya Tuncay Sonel ji paş ve bi hovane tevdigeriyan. Li gorî îfadeya şahidekî nepenî, kurê Tuncay Sonel pêşî tecawiz li xwişka min Gulîstan Doku kiriye û dû re bavê wî, bi karanîna rayeya ku ji hêla walîtiyê ve hatiye dayîn, hewl daye ku sûcê kurê xwe veşêre û hemû delîlan ji holê rake, lê bi ser neketiye. Tekane tiştê ku malbata me dikare niha bike ev e ku kevirê gorê bibîne da ku em bigihîjin keça xwe. Pirsgirêk ev e ku ev kujer 7 sal in li derve ne, lê cezayê muebbetê li wan hatiye birîn û nehatine berdan.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.