Lêpirsîna Gulîstan Doku: Çagdaş Ozdemîr hat girtin 2026-04-20 19:06:53   DÊRSIM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr ê ku hatibû binçavkirin, hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de ji ber “qeydên nexweşxaneyê hatin jêbirin” serbijîşkê wê demê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Çagdaş Ozdemîr di17’ê Nîsanê de hatibû binçvavkirin û îfadeya wî ya li dozgeriyê qediya. Dozgeriyê derbarê Çagdaş Ozdemîr de daxwaza girtinê kir û ew sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.   Dadgehê derbarê Çagdaş Ozdemîr de biryara girtinê da. Her wiha derdora edliyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin.