PENa Kurd: Rojnamegeriya Kurdî geştir bû 2026-04-22 14:12:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd derbarê 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de daxuyaniyên nivîskî belav kir û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.   Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd derbarê 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de daxuyaniyên nivîskî belav kir û Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em ê wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd her tim li gel rojnamegerên zilm li wan tên kirin bin. Em ê bibin dengê rojnamegerên tên darizandin û niha girtî ne. Em ê dev ji parastina rastiyê û heqîqetê bernedin. Wê pênûsa rojnamegerên êriş li wan tên kirin li erdê nemîne."    Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Bi munasebeta 22’yê Nîsanê, Roja Rojnamegeriya Kurdî, em dibêjin kevneşopiya 128 salan a rojnamegeriya Kurdî, ji bo me her tim bû cihê feyzeke giranbiha. Em bi vê munasebetê dîsa xebatkarên çapemeniyê yên ku ji bo rastiyê li berxwe dane û berxwedana kevneşopiya çapemeniya azad bi rêzdarî hem bi bîr tînin hem jî silav dikin.    Rojnamegeriya Kurdî bi weşandina rojnameya Kurdistanê ya ji aliyê Mîqtad Mîthed Bedirxan ve ya di 22'yê Nîsana 1898'an de di dîrokê de cihekî giranbiha girt. Em dikarin vê dîrokê wekî dîroka berxwedaneke bêhempa jî pênase bikin. Ev serhildan û berxwedaneke li dijî zihniyeta yekperest e. Ev têkoşîna li dijî sansur, înkar û zilmê ye. Gelê Kurd li her aliyên Kurdistan û li cîhanê xwedî li vê mîrateyê derketine. Tevî 128 sal derbas bûne jî, rojnamegeriya Kurdî bi hêviyeke mezin her tim bi pêş ket. Tevî astengî, qedexe û êrişan jî kedkarên çapemeniya azad serî netewandin, paşde gav neavêtin.    Di serdema îro de jî ev dorpêçkirina sîstematîk dewam dike. Hîn jî gelek rojnameger bi awayekî nehiqûqî di girtîgehan de tên girtin. Zexta dadwerî, êrîşên dîjîtal jî li gel vêya dewam dikin. Nayê hiştin rojnameger bi awayekî azad karê xwe bikin. Her wiha hesabên medyaya dîjîtal tên astengkirin. Li dijî vê yekê têkoşîna kedkarên çapemeniya azad jî mijara gotinê ye. Her çiqas nûçe bên astengkirin, êriş raste rast li ser mafê ramanê bên kirin jî lê belê rojnamegerên kurd li her aliyên Kurdistan û cîhanê dev ji pênûsa xwe bernadin.    Gelê Kurd her tim hatiye xwestin bê bêdengkirin. Ji bo vê jî hatiye xwestin çapemeniya azad bê peywir bê hiştin. Hatiye xwestin bi vê re mafê ragihandina rastiyan a ji bo civakê jî bê astengkirin. Ji ber kedkarên çapemaniya azad her tim rastiyê eşkere dikin loma jî dibin hedefa herî mezin. Li vir bi taybet jinên rojnameger jî ji ber rol û misyona wan a girîng a di nava civakê de dibin hedef. Li qadan bi êrişên zayendperest rû bi rû dimînin şopandina wan a nûçeyan tên astengkirin û tên darizandin. Jinên rojnameger ji ber ku li dijî zimanê zayenprest jî li berxwe didin loma jî her di bin êrişan de ne.    Çapemeniya Kurd her tim li ser esasên xeteke wekhev weşana xwe domandiye. Li dijî newekheviya civakê, li dijî tundiya li ser jinê û civakê û li dijî neheqiyan sekiniye. Çapemeniya Kurd her wiha bûye dengê bindestan. Li dijî polîtîkayên şer û zihniyeta nasnameya Gelê Kurd tune dihesibîne her tim liberxwe daye.   Loma em wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd dibêjin bila hemû nivîskar û rojnamegerên girtî serbest bên berdan û bikaribin bi awayekî azad pênûsa xwe di destên xwe de bigirin. Her wiha em rojnamegerên di oxira rastiyê de jiyana xwe ji dest dane jî bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî keda wan ditewînin.    Em bang li sazî û dezgehên qada navneteweyî jî dikin û dibêjin; Dengê rojnamegerên karê xwe dikin bibihîsin. Li dijî neheqiyê bêdeng nemînin. Bibin dengê rojnamegerên heqîqet û rastiyê dişopînin. Nivîsandina rastiyê ne sûc e. Divê em hemû cîhan nivîsandina rastiyê biparêzin.    Em ê wekî Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd her tim li gel rojnamegerên zilm li wan tên kirin bin. Em ê bibin dengê rojnamegerên tên darizandin û niha girtî ne. Em ê dev ji parastina rastiyê û heqîqetê bernedin. Wê pênûsa rojnamegerên êriş li wan tên kirin li erdê nemîne."