Hevdîtina ciwanan a li Wanê bi dawî bû 2026-04-26 15:58:30   WAN - Hevdîtinan ciwanan a bi pêşengtiya Navenda Bîrê û Komeleya Çandê ya Aryenê hat lidarxistin, bi dawî bû.    Bi pêşengtiya Navenda Bîrê û Komeleya Hunerê ya Aryenê, li Wanê bi dirûşma “Hevdîtinên ciwanan ên herêmî” civîn hat lidarxistin. Hevdîtin du roja domiya û îro bi çalakiyan bi dawî bû. Ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek ciwan û nûnerên saziyên ciwanan tev li bûn. Di hevdîtinê de li ser bîra bajar, ji berê heta niha komkujiyên li Wan û Herêma Serhedê htine kirin û mîrateya ji gel re hatiye hiştin hate nîqaşkirin. Di hevdîtina îro de ciwanan çavdêriyên xwe yên der heqê Wan û Serhedê parve kirin û hevdîtin bi çalakiyên înteraktîf berdewam kir.    Hevdîtin, bi çepikan bi dawî bû.