Ji ber girtîgeha Sîncanê bang: Bila lijneyên rêveberiyê bên tunekirin 2026-05-07 16:47:06   ENQERE - OHD, MED TUHAD-FED û Meclisa Jinan a DEM Partiyê bal kişandin ser astengkirina tehliyeyên girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û banga berdana wan kirin.    Şaxa Komelaya Huqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komaleyên Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHADFED) û Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan (DEM Partî), têkildarê astengkirina tehliyeya girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa F a Jinan a Sîncanê, li pêşiya girtîgehê daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivîl û hiqûqê û hevserok û rêveberên partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêhiqûqtiya Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi dawî bikin” hate hilgirtin. Her wiha wêneyên girtiyên jin hatin hilgirtin. Çalakvanan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kir.    Metna daxûyaniyê hevserokê şaxa OHDa Enqereyê Sîpan Cîzrelî xwend. Sîpan Cîzreliyê diyar kir diviya ew ji bo pêşwazîkirina girtiyan li pêşberî girtîgehê bûna û wiha got: “Binpêkirina mafên girtiyan her diçê zede dibe. Komîsyona Îdare û Çavdêriyê ku divê tenê mekanîzmayên nirxandinê bin, di pratîkê de wekî beşeke duyemîn a dadgehê têne bikaranîn. Jinên girtî ji ber raman, nasnameya xwe ya siyasî û çalakiyên demokratîk bi awayekî keyfî bi cezayên ‘şewitandina infazê’ re rû bi rû dimînin. Biryarên ji aliyê dadgehê ve hatinê dayîn ji aliyê vê lijneyê ve tê dirêjkirin.”   ‘Berdana jinan asteng kirin’   Di berdewama axaftina xwe de Sîpan Cîzreliyê anî ziman ku heta niha berdana bi şert a herî kêm 25 jinên girtî ji ber hincetên cuda hatiye astengkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj jî 10 jinên girtî, bi desteserkirina azadiya wan, di girtîgehê de tên ragirtin. Ev rêbaz ji bo vîna jinên girtî teslîm bên girtin tê bikaranîn. Berdana girtiyên jin Nedîme Yaklav, Hîcran Bînîcî, Devrîm Gulşan Adet, Nûriye Adet, Fatma Aslan, Pinar Tîkît, Emîne Abîş, Esra Soyaktaş, Melîke Goksu û Zeliha Ustabaşê hatin taloqkirin. Ji ber ku nikarîbûn ji mafê xwe yê berdana bi şert sûd werbigirin, niha ne di nav me de ne û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin. Îro jî der barê Nedîme Yaklavê de biryara lijneya ragihandin.”   Bi domdarî Sîpan Cîzreliyê bi lêv kir ku biryarên tên dayîn li dijî ruhê pêvajoyê ne û wiha pê de çû: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bi bidawîkirina keyfiyetê, bi parastina mafên bingehîn û terikandina siyaseta infazê ya bi hincetên siyasî tê meşandin dikare pêk were. Divê pratîkên astengirina berdana jinên girtî were rawestandin. Pratîkên cihêkarî û zayendperest ên li dijî jinên girtî hewceye bi dawî bibin.”   Daxwaz wiha hatin rêzkirin   Sîpan Cîzreliyê di berdewama daxuyaniyê de ev daxwaz rêz kir:    “*Divê sepana astengkirina berdana bişert were bidasîkirin û hemû biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê yên keyfî û derhiqûqî yên der heqê girtiyên siyasî de bên betalkirin. Girtiyên tehliyeya wan hatiye astengkirin divê tavilê bên berdan. Divê Nedîme Yaklav îro ji hêla jinan ve bê hembêzkirin.    *Hewceye sepanên cihêkar û zayendperest ên li girtîgehan li dijî jinên girtî tên meşandin tavilê bên sekinandin û mekanîzmayên zextê yên taybet ên li ser girtiyên siyasî yên jin bên bidawîkirin.    *Di çarçoveya daxwaza aştî, edalet û çareseriya demokratîk a civakê de, hewceye polîtîkaya zextê ya li girtîgehan bê bidawîkirin, di rejîma înfaz3e de nêzikatiyeke berfireh a mafên sereke û azadiyan esas digire û li gorî rêgezên dweleta hiqûq û wekheviyê bikevin meriyetê.”    Hincetên vala   Piştî xwendina matna daxuyaniyê, Parlamênterê DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz axivî û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin dibe mînak û li hemû girtîgehan tê meşandin. Lijnêya Îdare û Çavdêriyê ne tenê mijareke îdareyê ye, bandora xwe ji rejîma sîyasî ve digire. Berdana girtiyan bi hincetên beredayî tê astengkirin. Li vir mijar hiqûqî nîn e, her wiha xuyayê ku siyaset e. Tehliyeyên girtiyên siyasî bi hincetên vala tên astengkirin. Hewceye Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ji holê bên rakirin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Girtiyên sîyasî rûmeta me ne”,”Jin jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.