Dayikên Aştiyê ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2026-05-08 17:24:38   ENQERE - Dayikên Aştiyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.   Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun ku li ser navê 28 Meclîsên Dayikên Aştiyê, çûn Enqereyê û hevdîtinên bi partiyên siyasî re temam kirin, çûn wezareta dadê û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin.   ‘Em destvala venegeriyan’   Muzeyyen Butun da zanîn ku :“ “Me li vir bi partiyên siyasî re hevdîtin pêkanî. Em ji aliyê hemû partiyan ve jî baş hatin pêşwazîkirin. Ji bo pêvajo encam bigire û aştî pêk were êdî dilê dayikan neşewite me daxwazên xwe ji partiyên siyasî re anîn ziman. Daxwaza me ew e ku em bi birêz Abdullah Ocalan, birêz Bahçelî û birêz Serokkomar Erdogan re hevdîtin bikin. Bi mabesta Roja Dayikan em dixwazin hevdîtina me ya bi birêz Ocalan re bê qebûlkirin, derî vebin û hemû kes bikarin hevdîtinê bikin. Ji bo birêz Abdullah Ocalan bikaribe pêvajoyê pêşvebibe divê şert û mercên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. Daxwaza me ew e ku aştî pêk were û em di welatekî azad û wekhev de bi hev re bijîn.”   Ayşegul Dogan jî wiha anî ziman: “Dayikan diyar kirin ku ew ji hevdîtinên pêk hatine kêfxweş bûne. Gotin bila tu dayik negirîn û daxwazênaştiyê anîn ziman. Xwestin ku ji bo piştgiriya muxatabên pêvajoyê Birêz serokomar, birêz Bahçelî û birêz Ocalan hîn bandortir be tiştên hewce bên kirin. Diyarkirin ku hêvî teze bûye û biryara der barê pêvajoyê de wê bidome. Gotina bila tu dayik negirîn. Avakirina şert û mercên jiyaneke wekhev û demorkatîk xwestin. Daxwaza wan ya hevdîtina bi Birêz serokomar, Bahçelî û Birêz ocalan re hînaheye. Vê dixwazin.Em niha li ber Wezareta DAdê ne; Ji bo hevdîtina bi Birêz Ocalan, em nih ali virin ku daxwaznameyên xwe bidin. Me di koma AKP’ê de got em dixwazin bi serokomar re hevdîtinê bikin. Me daxwaza hevdîtina bi Birêz Bahçelî re jî  duh di koma MHP’ê de anî ziman.”