Lêpirsîna Gulistan Doku: Dîmenên gotin tune ne, 6 sal şûnde derket 2026-05-12 13:33:25   Şehriban Aslan   AMED - Her çend hate gotin ku tomarên kamerayê yên roja windabûna Gulistan Doku hatine jêbirin jî, daxuyaniya Suleyman Onal, bala xelkê kişand. Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku dîmenên ku "di dosyayê de tunebûn" çar meh berê hatine dîtin û radestî dozgeriyê hatine kirin.   Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Munzur a li Dêrsimê, di 5'ê Çileya 2020'an de winda bû. Şeş sal piştî windabûna wê, di 13'ê Nîsanê de, 12 kes di operasyoneke li dijî sûcdaran de hatin girtin. Daxuyaniyên kesên ku hatine girtin eşkere kirin ku delîlên têkildarî Gulistan Doku çawa hatine tepeserkirin. Hat hînbûn ku ji dîmenên kamerayê bigire heya daneyên li ser karta wê ya SIM'ê her tişt hatiye jêbirin.   Peywirdarê ewlehiya zanîngehê Suleyman Onal di îfadeya xwe de got dîmenên di dosyayê de tunebûn 4 meh berê hatibû dîtin û teslîmî dozgeriyê hatibû kirin.