Saziyên zimanê Kurdî yên li Ewropayê 15'ê Gulanê pîroz kirin 2026-05-15 09:35:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Saziyên zimanê Kurdî yên li Ewropayê bi pêşengiya Înstîtûa Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya Almanyayê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û banga xwedîderketina li zimanê dayikê kirin.   Înstîtûta Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî ya Almanyayê bi peyamekê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.   Di daxuyaniyê de girîngiya 15'ê Gulanê ji bo gelê Kurd hate bibîrxistin û hate gotin, "Di dîroka bikaranîna zimanê kurdî de, bi helbest û pexşanên nivîskî, dengbêjiya nenivîskî evîna zimanê kurdî zindî hişt. Nivîskî kevn bi helbestên Baba Tahir Uryan destpê kir û helbestên wî bingeha resenayetiya kurdî danî. Li pey Baba Tahir Uryan, Melayê Cezîrî, Herîrî û Feqî Teyran bi helbestên xwe zimanê kurdî zindî hêlan. Ahmedê Xanî bi berhemên xwe yên wekî 'Mem û Zîn' û 'Nûbihara Zarokan' bingehapeyvsazî û perwerdeha zimanê kurdî danî.   Dibistana Baban, bi pêşengiya Nalî, Salim, Kurdî zimanê kurdî ji zaravayê herêmî yê Goranî veguhaztin zimanekî wêjeyî. Di heman demê de, Hacî Qadir Koyî, bi mîstîsîzmê Mehwî, Mewlewî bi hewesa Hewramî, Herîrî, Batayî, şêxên Brifkan bûne pêşîvanên nûjenkirina zimanê kurdî. Dûtalen van zanist û helbestvanan di dawiya sedsala 19'an de xwendekar û rewşenbîrên Kurd, ketin nav hewedanên kurdewarî. Di avakirina komeleyan û weşana Kovar û rojnameyan de zimanê Kurdî bi kar anîn. Armanca sazî û çapamaniya Kurd, parastina zimanê Kudî û avakirina zimanekî wêjeyî bû.   Mîqdad Mîdhet Bedirxan jî hejmara yekem a rojnameya bi navê 'Kurdistan' di 22’yê Nîsana 1898'an de li paytexta Misirê li Qahîreyê derxist û weşand.   Her wiha, ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî di demên cuda de kovar û weşanên cuda hatine çapkirin. Ev weşan, di warê standardkirina nivîsînê de gaveke girîng diavêje. Ev xebat, li Kurdistanê bandoreke mezin li ser jiyana çandî û zimanî diafirîne."   Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:   "KNK'ê jî bi têgîhîştin û berpirsiyariya neteweyî di civîna xwe ya 2009'an a rojên 14, 15 û 16'ê meha Gulanê de wek rojên Cejna Zimanê Kurdî qebûl kir. Li pey komkujiyên wek Helebceyê cara yekem bi vê biryarê, lihevkirina yekîtiya neteweyî derdikeve pêş.   Zimanê Kurdî yek ji bingehên sereke yên nasnameya pêşveçûna çand û wêjeya gelê Kurd e. Lê belê Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê zêdetirî sed sala ne ku bi encamên siyaseta sînordarkirin, înkâr û asîmîlasyonê re rû bi rû maye.   Li Bakurê Kurdistanê, zimanê Kurdî bi deh salan e ku di bin siyaseta tund û tûj de bi înkâr û asîmîlasyonê re rû bi rû ye û di pergala perwerdeh û saziyên fermî de derfeta azadiya bikaranîna zimanê Kurdî nehatiye bidestxistin. Ji ber vê egerê di salên dawîn de nîqaşên li ser mafê zimanî zêde bûne.   Li Başûrê Kurdistanê, zimanê Kurdî di pergala perwerde û saziyên fermî de mafê qanûnî bi dest xistiye. Lê belê, bandora medya û berhemên çandiyên bi zimanên din hê jî li ser çand û zimanê nifşa nû bandoreke neyînî dike.   Li Rojhilatê Kurdistanê zimanê Kurdî hê jî ji mafê perwerdeya fermî, ya bi zimanê dayikê bêpar e. Ji ber vê egerê gelek Kurd derfet nedîtine ku zimanê xwe bi awayekî nivîskî û akademîk fêr bibin.   Li Rojavayê Kurdistanê, her çend ji bo perwerdeha bi zimanê Kurdî hewldanên rêvebiriya herêmî çêbûbin jî şert û mercên siyasî û herêmî li ser perwerdeya bi zimanê Kurdî astengiyên girîng diafirîne û perwerdeha bi Zimanê Kurdî di bin metirsiyê de ye.   Tevî van cûdahiyan, ezmûneke hevpar derketiye holê. Siyaseta qirêjî ya asîmîlasyona zimanî ne tenê bikaranîna zimanê Kurdî sînordar kiriye, her wiha di nav pêvajoyeke demdirêj de bi xwe re asîmîlasyoneke nerm jî afirandiye. Di vê rewşê de hêdî hêdî ev hizir tê belavkirin ku zimanê Kurdî ji bo perwerde, raman û têkiliyê 'têrê' nake. Ev rewş, di bikaranîna zimanê dayikê de dibe sedema dudilî an jî hesteke şermê.   Nîşaneyên vê rewşê di nav civaka Kurdî ya diasporayê de jî tê dîtin. Li wir hin kes, tevî ku di nav civakên pirzimanî de bijîn jî dîsa tercîh dikin ku bi zimanê farsî, tirkî an jî erebî biaxivin û ji bikaranîna zimanê Kurdî dûr bimînin.   Her çend ev zehmetî hebin jî, zimanê Kurdî di sed salên dawî de karîbûye heta radeyekê li hember van zextan xwe biparêze û hîn jî di nav mîlyonên axaftvanan de cihê xwe biparêze. Ev berxwedan bêyî hewldanên nivîskar, helbestvan û dengbêjan nedibû. Ji Ehmedê Xanî heta Cegerxwîn, Goran û gelek kesên din, ên ku rêya nivîsîn û zimanê Kurdî zindî ragirtin. Lê heke parastin, fêrkirin û hilberîna çandî bi vî zimanî neyê xurtkirin, metirsî heye ku di navbera nifşên paşerojê de hêza vî zimanî kêmtir bibe.   Ziman ne tenê amûra têkiliyê ye, ziman bîra dîrokî, çand û nêrîna cîhanê, ya civakekî ye. Dema ku zimanek lawaz dibe, parçeyek ji tecrûbeya mirovahiyê û cûdahiya çandî, ya cîhanê jî dimire.   Ji ber vê yekê em ji hemû sazî, rêxistin, endamên civata nivîskar û wergêran, kesayetiyên çandî û sendîkayên têkildar daxwaz dikin ku bi îmzeya xwe piştgirî bidin vê daxuyaniyê û beşdarî hewldana hevpar a parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bibin. Her wiha em bang dikin û xwe berpirsiyar dibînin ku ev pêngavên bingehîn bên avêtin:   *Pêdivî ye ku zimanê Kurdî ji baxçeyê zaroyan heta asta doktorayê di hemû astên perwerdehê de bi taybetî li dibistan û zanîngehan perwerde bi zimanê kurdî bê dayin û bi awayekî fermî û berfireh were bikaranîn. Ji bo vê armancê her kurd neçar e ku bitêkoşe û bixebite.   *Li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo nivîsandin û danûstandinên fermî yên rojane, yên li ofîs û navendên karsaziyê, zimanê kurdî zimanê yekem be.   *Pêdivî ye ku şertên pêşketina nivîsîn, çapemenî û hilberîna çandî bi zimanê Kurdî were xurtkirin. Ji bo nêzîkkirina zaravayên cuda yên Kurdî û bikaranîna peyvên Kurdî, di şûna peyvên biyanî de ji zaravayên kurdî, yên dî sûd bê wergirtin.   *Pêdivî ye ku em hemû bê tirs û bê şerm di jiyana xwe ya rojane de zimanê xwe bi kar bînin û pê biaxivin.   *Pêdivî ye ku nûnerên civakî, nivîskar û rewşenbîr bi berdewamî li ser parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bixebitin.   Her wiha em biryara hikûmeta Tirkiyeyê ya qedexekirina xutbeyên dînî yên roja Înê bi zimanê kurdî li mizgeftên bakurê Kurdistanê û helwestên qedexeker ên hikûmeta demkî ya Şamê şermezar dikin.   Komara Îslamî ya Îranê di destûra xwe de biryarên ku li dijî zimanê kurdî digire û tenê zimanê Farisî wekî zimanê fermî li ser hemû qadên çandî û civakî û gelê rojhilatê Kurdistanê ferz dike, şermezar dikin.   Paşeroja zimanê Kurdî ne tenê bi siyasetan ve girêdayî ye, belkî bi hişmendî û îradeya axaftvanên wê ve girêdayî ye. Heke zimanek ku nayê bikaranîn di dawiyê de ji holê radibe.   Ji ber vê egerê zimanê me jiyana me ye! Hebûna ziman, hebûna me ye!   Navend û Saziyên ku ev daxuyanî pejirandine:   *Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistî - Almanya *Enstîtuya Kurdî Swîsre *PENa Kurd *Enstîtûya Kurdî li Stockholmê *Yek-mal e.V. *Platforma Zimanê Kurdî ya li Ewropayê – PZK-E *Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Almanyayê - YMK"