Li Şemzînanê çawişekî pispor ji heman malbatê 4 kes qetil kir 2026-06-14 11:33:59   COLEMÊRG - Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê, çawişekî pispor êriş bir ser jin a ku jê cihê dibû û malbata wê kir. Di encamê de 4 kes ji heman malbatê qetil kir, kesek jî bi giranî birîndar kir.   Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, çawîşê pispor Musa Gezer bi çekê êrîşî Gulşen Gezer a dixwest jê cihê bibe û malbata wê kir. Di êrişê de çar endamên heman malbatê hatin kuştin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dema ku dengê guleyan hat bihîstin, tenduristkar û polîsan ber bi cihê bûyerê hatin sewqkirin. Piştî lêpirsîna destpêkê, sûcdarê bi giranî birîndar Musa Gezer rakirin nexweşxaneyê.   Piştî ku dengê çekê hate bihîstin, tîmên tenduristiyê û polîs ji bo herêmê hatin veguhestin. Li dû lêkolîna destpêkê ya li cihê bûyerê, kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê.   Rayedaran diyar kirin ku têkildarî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin.