Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana gora Munîbe Koç kir 2026-06-16 14:07:02   ENQERE - Dayikên Aştiyê yên ji Amed, Stenbol û Îzmîrê hatibûn, serledana gora Munîbe Koç a Goristan Karşiyakayê kirin.   Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana gora Dayika Aştiyê Munîbe Koç a Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê kirin. Dayikên ji Amed, Stenbol û Îzmîrê hatibûn destpêkê çûn mala Munîbe Koç û piştre jî ji wir derbasî Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê bûn.   Li goristanê Dayikên Aştiyê kulik danîn li ser gora Munîbe Koç, Quran xwendin û bîranîn û hestên xwe parve kirin. Piştre dayik derbase cihê taziyeyê bûn.