Li Êlihê tecawiz li zarokê hat kirin: Kesek hat girtin 2026-06-21 09:31:52   Pelşîn Çetinkaya   ÊLIH- Li navçeya Elîhê, tê gotin ku endamên malbatê tecawizî zarokekê kirine. Tê gotin ku zarok ji ber bûyerê ducanî bûye.   Zarok, tê gotin di warê hişî de astengdar e û dema li kargehekê dixebitî nerehet dikeve, piştre birine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, muayene û testên ku di meha Gulanê ya borî de li nexweşxaneyê hatine kirin eşkere kirine ku zarok 7 meh û nîv ducanî bû. Zarok ji aliyê rayedaran ve li Navendeke Parastina Zarokan hatiye bicihkirin.   Birayê mezin hate girtin.   Piştî lêpirsîna li ser tecawiza zarokê, birayê mezin ê zarok hate binçavkirin û paşê ji aliyê dadgehê ve hate girtin. Nimûneya DNA'yê ji bav hate girtin.   Niştecihên taxa ku malbata zarok lê dijî, diyar kirin ku zarok di warê hişî de astengdar e û li kargehekê dixebitî.   Fermana nepeniyê hate dayîn   Hat ragihandin ku lêpirsîna doza tecawiza zarokan berdewam dike û dozgeriyê fermana nepeniyê li ser dosyayê daniye.   Nîşeya Edîtor: Di vê nûçeyê de, navên sûcdaran jî hatine veşartin da ku nasnameya zarok neyê eşkerekirin.