Konferansa Zimanê Kurdî dest pê kir 2026-06-27 12:41:51   AMED - Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma "Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû" li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dar dixin û dê du rojan bidome, dest pê kir. Mûhîttîn Altin ê li ser navê saziyên ziman axivî, destnîşan kir ku divê zimanê Kurdî li ser axa xwe bikin zimanê sereke û wiha got: “Zimanê me krîtera welatparêziyê ye. Divê kesên ji xwe re dibêjin welatparêz bi zimanê xwe biaxivin.”   Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma "Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû" li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dar dixin û dê du rojan bidome, dest pê kir. Hevseroka Giştî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn di nav de bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tev li konferansê bûn.    Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin. Beriya konferans dest pê bike ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêz hate girtin.   'Meseleyeke dîrokî ye'   Di konferansê de ewilî li ser nav saziyên ziman Mûhîttîn Altin axivî û wiha bal kişand ser konferansê: “Em ji bo zimanê xwe statuyê dixwazin ji ber ku statuyeke zimanê me nîn e. Em derveyî qanûnan hatine hiştin. Heta ziman nebe zimanê perwerdehiyê gel nikare bêje pêşeroja me vekiriye. Niha pêvajoyeke siyasî heye. Ji bo gelê Kurd muzakere tên kirin. Ev konferans jî ji bo ku çarçoveyek were diyarkirin tê lidarxistin. Divê em çarçoveya zimanê xwe diyar bikin û nexşerêyekê diyar bikin. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka axê, aboriyê ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka ziman e. Li ser zimanê me tundî heye. Weke ku zimanê me zimanekî nû ye. Weke ku ne zimanekî folklorîk û kevin e tevdigerin. Weke ku zimanên din modern in bi zimanê me siyaset nikare bê kirin. Dema wisa nêzî zimanê me dibin, asîmîlasyonê ferz dikin. Ne tenê ziman diguherînin şêweya fikirina me jî diguherînin. Meseleyeke dîrokî ye.”   Sînevîzyon hat nîşandan   Pişt re li ser polîtîkayên pişaftinê yên dewleta Tirk ên sedan salan û xebatên saziyên ziman sînevîzyonek hate nîşandan. Di sînevîzyonê de cih dan gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê zimanê Kurdî de jî. Piştre pêşkeşvan Çîrokbêj Ayhan Erkmen helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Derwêşê Evdî xwend.   'Di asta xwebûn û azadiyê de ye ziman'   Piştre aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci axivî. Mekiye Ormancî diyar kir ku zimanê Kurdî bi awayekî xwezayî, ji mêj ve ye, di nav statuyeke dîrokî, mirovane û dîyalektîk de hebûna xwe heta roja îro aniye û wiha got: “Statuya ku em roja îro ji bo zimanê Kurdî dixwazin, ne tenê ji bo rewşa siyasî ya berdemî ya îroyîn e, di heman demê de, ji bo qebûlkirina aîdiyetekê û mafê hebûnê ye. Di warê zimên de, ev eleqedarî, li ser pêwendiyeke jêderkî ye ku hema bêje di hemû zimanan de pênaseya wê ‘zimanê dayikê’ ye. Em ji van pênaseyan têdigihîjin ku jin; wekî dayik, kan û jêderka zimên in; çêbûn, bipêşketin û hilgirên wî ne. Û pêwendiya wan a di nava hev de, di tu statuyan de hilnayê û bi tu awayên qedexekirinê jî ji holê nayê rakirin. Ziman, wekî temsîla hebûna gelekî, neteweyekê, bi rêya dayikan, yanî wekî jêderk li ser bingeha jinbûnê, xwe digihîne kana hebûnê û temsîliyeta beranberî. Her ziman, bi awayekî xwezayî, li ser hebûna gel û neteweyan, meşrû ye. Bila statuya zimanê Kurdî, di xalbendên qanûnan de jî were qebûlkirin û ev yek bibe yek ji zincîra qayîm a aştîyeke mayînde. Serokatî dibêje; asta pêşketina ziman, asta pêşketina jiyanê ye. Civakek zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşxistibe, tê wateya ku jiyana xwe jî ewqasî bi pêş dixe.’ Em ji weke Tevgera Jinên Azad dibêjin; asta jiyanê di asta xwebûn û azadiyê de ye.”   'Em çawa ava bikin?'   Dûre Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar da zanîn ku hemû derdê dewleta Tirk li ser zimanê Kurdî ye û wiha got: “Ziman ne tenê ziman e ziman nasnameya me, dîrok, çanda me ye. Vê yekê dewlet tirsand. Dewleteke nû avakirin. Gotin ‘Em çawa ava bikin?’ Li ser tunebûna me ava kirin. Ji ber wê evqas zilmê dikin. Plana Şark Îslahatê ji bo zimanê me bû bendek. Gelê Kurd ji hemû qadên dewletê tune hesibandin. Perwerdehiya wan tune hesibandin. Sed sal li pey xwe hiştine hê jî ew Plana Şark Îslahatê dewam dike. Em dixwazin ku vê planê li ser xwe rakin. Divê em zimanî hînî van bikin. Di Plana Şark Îslahatê de xala 14'emîn heye. Tevî wan hemû polîtîkayan me baş li ber xwe da. Ew yekên wan bi pêş neketin. Dema hatin Kurdistanê bi saya têkoşîna me neçar dimînin hin peyvên Kurdî bînin ziman. Statu tenê ji dewletê nayê xwestin. Divê em bi xwe di nava xwe de li hev bikin û bi biryar bin. Statuya civakî divê em bi xwe qebûl bikin. Heke ev saziyên me di nava hewldanê de bin ne tenê ji bo zimanekî ye. Ji bo hemû zaravayan e. Kurmancî, Kirmanckî, Soranî û Goranî hemû yek in ji bo me. Lê dema ez li cihekî bi zaravayê xwe diaxivim dibêjin em fêm nakin. Divê em hevdu fêm bikin. Kurmancî jî Kirmanckî jî zimanê me ye. Divê em zorê bidin xwe. Serok Apo dibêje heke em bi zimanê xwe biaxivin bipêşve bibin wê demê dê dibistan jî çêbin. Zarokên me ji destê me derdikevin. Bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Dema em bi zimanê xwe axivîn em dijminatiya tu zimanan nakin. Em zimanê xwe li her qadê biaxivin. Pêşketina me ya di vî warî de dê bibe encama berxwedana me.”   'Ew ked û têkoşîn nayê jibîrkirin'   Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan jî spasiyên xwe pêşkeşî kedkarên ziman dan û da zanîn ku ev kedeke pîroz e.Dogan Hatûn bi bîr xist ku bi sedan sal in li ser zimanê me qedexe heye û wiha got: “Li çar aliyê Kurdistanê hebûna xwe li ser tunebûna me avakirin. Ji bo van sedsalên dawî em wan tevan şermezar dikin. Pêşengên me çawa li ber xwe dan. Heke em niha bi zimanê xwe biaxivin, bi saya wan hevalên me yên sedan sal in li ber xwe didin e. Ew ked ew têkoşîn wê tu car neyê jibîrkirin.”   Konferans dê bi rûniştina yekemîn a bi navê "Statuya Hiqûqî ya Kurdî" berdewam bike.