Der barê mirina Ece Naz Macît de 3 kes hatin girtin 2026-07-01 22:02:34   NAVENDA NÛÇEYAN- Der barê mirina Ece Naz Macît ku bi guman jiyana xwe ji dest da de sê kes hatin girtin Di 29’ê Hezîranê de li Darica ya Kocaeliyê Ece Naz Macît (18) bi çekê bi giranî birîndar bû. Li ser îxbatê polîs hatin cihê bûyerê. Ece Naz Macît li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û îro cenazeya wê li Samsunê hat definkirin. Di lêpirsîna hat destpêkirin de S.C.G, Y.O û A.A yên bi Ece Naz Macît re li heman malêbûn hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.