Yaprak Taşçi ku hat tahliyekirin li Qaxizmanê hat pêşwazîkirin 2026-07-07 18:10:15   QERS – Hevseroka berê ya HDP’a Qaxizmanê Yaprak Taşçi ku 12 sal şûnde hat tahliyekirin, li bajarê xwe Qaxizmanê hat pêşwazîkirin.   Hevseroka HDP’a Qaxizmanê ya berê Yaprak Taşçi ku di 2014’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin, ji girtîgeha Tîpa T ya Kayseriyê hat tahliyekirin. Yaprak Taşçi li Qaxizmanê hat pêşwazîkirin.   Yaprak Taşçi di têketina navçeyê de ji aliyê malat û rêveberên DEM Partiyê ve hat pêşwazîkirin.