Li Mûşê hevdîtina gel: Parlamento li bendê çi disekine? 2026-07-10 22:03:11   MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”   Hevdîtinên gel ên Mûşê ku Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Em gotina aşitiyê bi gel re ava dikin” li dar dixe, li bajaroka Vartînîsê bi dawî bû. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar beşdarî hevdîtinê bû. Şande beriya ku derbasî qada hevdîtinê bibe, serdana Muzeya Bîranînê ya Komkujiya Vartînîsê kir û dû re derbasî Parka Milet ku hevdîtin lê hat kirin, bû.   ‘Doza Vartînîsê ji bo pirsgirêka Kurd mînakeke xurt e’   Çîgdem Kiliçgun Uçar di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser nedîtina bersûcê Komkûjiya Vartînîsê serleşker Bulent Karaoglû. Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku doza Vartînîsê ji bo pirsgirêka Kurd mînakeke xurt e û diyar kir ku Vartînîs bi têkoşîna xwe li ser piyan e. Çîgdem Kiliçgun Ûçar anî ziman ku gelê Kurd nûnertiya şêwazekî jiyanê dike û got: “Birêz Ocalan jî dibêje ‘Înkar ji holê rabûye, hebûn hatiye qebûlkirin.’ Her tiştê ku Birêz Ocalan gotibû pêk hat; ji betalkirinê bigre heta merasîma şewitandina çekan. Qanûna çarçoveyê tê nîqaşkirin, tevî vê yekê jî ev 40 roj in tu hevdîtin bi Birêz Ocalan re nehatiye kirin.”   ‘Ev welat ne tenê xwedî yek nasnameyê ye’   Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku Îmralî ne tenê giraveke girtîgehê ye û wiha pê de çû: “Vebûna deriyê Îmraliyê tê wateya guherîna bêhiqûqiya ku li ser Kurdan tê ferzkirin. Gelê Kurd ji ber ku di qanûna vê dewletê de cih negirt, neçar ma ku malbatên xwe biterikîne û têbikoşe. Heke em di hiqûqa vê dewletê de binfikirandana, me ê îro behsa tiştekî din bikira. Li Îmraliyê her ku tecrîd giran bû, hewl hat dayîn ku gelê Kurd ji jiyana xwe were qutkirin. Rejîma qeyûm dest danî ser destkeftiyên gelê Kurd. Li ser ciwan û jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet hatin meşandin. Di girtîgehê de hiştina mirovekî ya 30 salî û berdana wî ya ber bi mirinê ve, çi dide vî welatî? Îro welat hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê siyasî ve di nav krîzeke mezin de ye. Ev welat ne tenê xwedî yek nasnameyê ye. Dibe ku we qanûnên xwe li gorî wê amade kiribin, lê rastî ne wusa ye.”   ‘Pêvajo mîna 2013-2015an nebû malê civakê’   Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya bi şêwaza “çareseriya pirsgirêka Kurd berdana çekan e” xelet e û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Tişta ku em îro nîqaş dikin ne tenê ew e ku Kurd wê çawa bijîn. Pirsa ‘Çima dewlet gavê navêje’ ku her kes nîqaş dike, girîng e. Lê Werin em pirsê berovajî bikin; kî wê gavê bi dewletê bide avêtin? Ev pêvajo mîna pêvajoya 2013-2015an nebû malê civakê. Parlamento ji bo qanûna çarçoveyê li benda çi disekine? Bila nesekine.”   Piştî axaftinê hemwelatiyekî mafê axaftinê girt û diyar kir ku perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir zelal e û divê di vê xetê de pêvajo bibe malê civakê. Hemwelatiyekî din jî pirsî ku wekî partî ew di kîjan qonaxa pêvajoyê de ne û pêvajoya qanûnên çarçoveyî di çi astê de ye.   Piştî pirs û bersivan hevdîtinên gel ên li Mûşê bi dawî bûn.