Xizmên Windayan: Dawî li bêcezahiştinê bînin! 2026-07-18 14:42:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê wek her hefteyê bal kişandin ser aqûbeta windayan. Di çalakiyan de bang li meqamên siyasî û edlî hat kirin ku dawî li redkirin û bêcezahiştinê bînin.   Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Riha, Colemêrgê û Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin” domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Yildiz, Aydin Ay, Şukru Firat, Recep Îkîncîsoy û Ayten Ozturk hat pirsîn. Di çalakiya Geverê de jî kujerên Suleyman Aksû yê komkujiya 20'ê tîrmeha 2015'an a Pirsûsê de bi 32 hevalên xwe ve hatibû kuştin, hate pirsîn.   Amed    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 910an de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Yildiz ê di 22'yê Tîrmeha 1994'an de dema ji Amedê diçû navçeya Pasûrê leşkeran ew di rê de binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'a Amedê Berfîn Elçî çîroka Mehmet Yildiz xwend.   Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 746'emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîn û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Aydin Ay hate pirsîn. Aydin Ay di 10ê Tîrmeha 1993'yan de ji mala xwe ya li Taxa 19 Mayisê ya Êlihê ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hatibû revandin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Endamê ÎHD'a Êlihê Reşît Çetînkaya çîroka Aydin Ay xwend.   Daxuyanî bi deqeyek rûniştandinê bi dawî bû.     Riha   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 79'an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şukrû Firat di 24'ê Gulana 1993'an de, derdora saet 14:00an de herî dawî li Rihayê di qeyvehaneyekê de hat dîtin û pişt re hat winda kirin hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.   Hevberdevka Komîsyona Wendeyan a Rihayê Demet Aykût çîroka Şukrû Firat xwend.   Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.     Colemêrg   Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ li Kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteta 236an a çalakiyê de kujerên Suleyman Aksû yê komkujiya 20'ê tîrmeha 2015'an a Pirsûsê de bi 32 hevalên xwe ve hatibû kuştin, hate pirsîn. Dayika Suleyman Aksû Kudret Aksû jî tev li çalakiyê bû û xwest kujerên kurê wê bên dîtin.   Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.   Îzmîr   Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di sala 40emîn a damezirandina komeleyê de, ji bo pirsîna aqûbeta windayên di bin çavan de û cezakirina kiryaran çalakiya xwe ya rûniştinê domand. Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de ya ku du heftiyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, bal kişand ser çîrokên windakirina Recep Îkîncîsoy û Ayten Ozturk. Di çalakiyê de pankartên ‘Windayî diyar in, kujer li ku ne?’ û ‘Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve’ hatin vekirin û daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan Mustafa Kizartici ve hat xwendin.   Mustafa Kizartici destnîşan kir ku di sala 40'emîn a komeleyê de ew hemû kesên ku di bin çavan de hatine windakirin bi rêz û hesret bi bîr tînin û wiha got: “Çil sal in em hewl didin bibin dengê hewara dayikan, bibin dengê lêgerîna edaletê ya malbatan a ku bi dawî nabe û bibin dengê pirsiyara ‘Winda li ku derê ne?’. Li hemberî jibîrkirinê û bêhiştinê; em parastina hafize, rastî û edaletê dikin.”   Mustafa Kizartici bang li meqamên siyasî û edlî kir ku dawî li redkirin û bêcezahiştinê bînin û erka xwe ya ji bo lêpirsîneke çalak bi cih bînin û destnîşan kir ku ew ê heta dawî li pey şopa windayan bin.   Piştî daxuyaniyê çîroka Recep Îkîncîsoy ê ji sala 1980'an ve winda ye, hat xwendin.   Piştre daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bidawî bû.