Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-07-26 10:15:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hejmara vê hefteyê ya Kovara Jinê de nirxandinên der barê pêşveçûna zimanê Kurdî û rola jinan a sereke ya di avakirina pêvajoya aborî û siyasî de hatin kirin.   Kovara Jinê ku heftane derdikeve, îro hejmara xwe ya 178’an bi sernavê "Lêkolînên Hevpar a li ser Aboriya Demokratîk, Zagon û Ziman" derket.   Hejmara nû ya kovarê nîqaşên li ser ziman, hiqûq, aborî, têkoşîna rizgariya jinan û nûnertiya çandî dinirxîne. Di heman demê de nirxandinên li ser rewş û parastina zimanê Kurdî, avakirina têgihîştineke zagonî ya demokratîk, rola jinan wekî aktorên damezrîner di pêvajoyên aborî û siyasî de û perspektîfa aboriya demokratîk dihewîne.   Her wiha kovar, der barê wê yekê de lêkolînan dike ku destkeftiyên civakî yên şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê çawa ji hêla pîşesaziya çandî ve têne veşartin an jî bi awayên cûrbecûr têne hilberandin.   Tevahî sernavên hejmara 178’an a kovarê wiha ne:   “*Ziman Bingeha Hebûnê ye / Leyla Kaymaz   *Konferansa Parêzerên Kurd ên Demokratîk / Ekîn Yeter   *Aboriyek Demokratîk Bêyî Dengê Jinan Dikare Hebe? / Dîlek Başalan   *Azadiyê Çi Ava Kir, Pîşesaziya Çandê Çi Bazar Kir? / Aylîn Karakaş   *Şoreşa Rojava û Nirxandinên Destkeftiyên Jinan a li ser Têkoşîna Wan / Şîlan Baran.”