SOHR: Arteşa Tirk piştî 8 salan ji gundê Cilbir yê Efrînê vekişiya 2026-08-10 11:23:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewleta Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê, ku ev zêdetirî 8 sal in veguherandiye baregeheke leşkerî vekişiyaye.   Li gorî agahiyên ku Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji çavkaniyên herêmî girtine, piştî vekişîna hêzên Tirk, wesayîtên Hêzên Ewlehiya Navxweyî yên ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve ketine nav gund. Tîman ji bo dîtina mayîn û paşmayiyên şer, dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirinê kirine.   Çavdêriyê diyar kir ku li gundê Cilbirê ku zêdetirî 70 xanî tê de hene, beşek pir mezin a avahiyan di dema bombebaranan de bi temamî yan jî hinekî hatine rûxandin.   Hat destnîşankirin ku gund di nav salan de veguheriye xeta eniyê û di encama bombebaranên berdewam de xanî û milkên xelkê ziyaneke mezin dîtine. SOHR’ê ragihand ku piştî dagirkeriya 8 salan, şêniyên gund li bendê ne ku vegerin ser mal û milkên xwe, lê fikar û metirsiya li ser hebûna mayîn û guleyên neteqiyayî hîn jî berdewam dike.