Ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, merasîmên bîranînê tê lidarxistin 2026-08-23 19:05:04   AMED - Ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bîranînek tê lidarxistin.   Piştî roja sêyemîn a sersaxiyê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi organîzekirina MEBYA-DER’ê, li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezanê, bernameyek bîranînê tê lidarxistin. Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane, nûnerên gelek partî û rêxistinên civaka sivîl û bi hezaran kes ji Amed û bajarên derdorê beşdarî bîranînê bûn.   Posterek mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cihê bîranînê hate vekirin. Wêneyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî li ser maseyek ku bi alên kesk ûsro û  zer, digel gul û findan xemilandî hatibû danîn.   Hûrguliyên din dê piştre werin…