Li Cizîrê gel diherike şîna pakrewanên Tevgera Azadiyê 2026-08-26 10:24:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Cizîra Botan bi hezaran welatî herikîn şîna pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo pakrewanên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li ber avahiya DEM Partiyê şîn hat danîn. Li qada şîn hatiye danîn postere Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên pakrewanên Tevgera Azadiyê, pankartên ‘Şehîd namirin’, ‘Şehîd Roniya me ne’, ‘Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin.     Malbatên pakrewanên Azadiya Kurdistanê serê sibê ji bo qebûlkirina sersaxiyê bi wêneyên zarokên xwe cihê xwe di nav qada şînê de girtin û gelê Botanê jî qefle bi qefle berê xwe dide qada şînê. Bi hezaran welatiyên ku bi wêneyên cangoriyan ber xwe dane qada şînê diruşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok’ berz kirin.     Şîna ku saet 09.00'an dest pê kir dê heya 18.00'an berdewam bike. Şîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê îro hatiye danîn dê 3 rojan berdewam bike û roja dawî wê ji bo şehîdan mewlid û merasîma bîranînê were lidarxistin.