Li Qamişlo û Hesekê ji bo mafê ziman xwepêşandan 2026-08-31 21:35:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li Hesekê û Qamişloyê yên li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya têkildarî zimanê Kurdî de peyama " Ziman maf, hebûn, nasname û siberoj e" hat dayîn.   Li Hesekê û Qamişloyê mamosteyên zimanê Kurdî, xwendekar û malbatên wan li dijî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya (2068/964) ya danîna 3 dersan di hefteyê de ji bo dersa zimanê Kurdî çalakî li dar xistin.   Di çalakiya li Hesekê ku li çerxerêya Kevokê hat lidarxistin de, pankartên bi nivîsên "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê Kurdî maf, hebûn û pêşeroj e" û "Mafê min e bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibim" hatin vekirin. Bê navber jî dirûşma "Ziman hebûn e" berz kirin û sirûda "Ey Reqîb" gotin.   Di çalakiya li Qamişloyê de mamoste Mizgîn Hesen axivî û anî ziman ku şênî li dijî biryarê ne û got: "Gelo bi kijanî mafî zimanê erebî li ser nifşekî ku bi salan e Kurdî xwendiye ferz dikin û zimanê kurdî dikin zimanê bijarde?"   Mizgîn Hesen bi bîr xist ku zimanê kurdî di salên dawîn de bûye zimanê pewerdeyê û li dibistan û zanîngehan waneyên wêjeyî û zanistî bi zimanê Kurdî tên dayîn. Mizgîn Hesen bang kir ku zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were mîsogerkirin.   Di herdu xwepêşandanan de hate gotin, zimanê kurdî ne hema waneyeke di dibistanê de ye, lê belê maf, hebûn, nasname û siberoj e. Her wiha bang li wezaretê hat kirin ku biryarê li ber çavan bigire, mafê xwendekaran ê perwerdeya bi zimanê dayikê mîsoger bike û minhacên Kurdî yên heyî wekî xwe bimîne ta destûrek nû were nivîsandin.