Li Seqizê jinek hat binçavkirin 2026-09-03 14:35:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirov ya Hana belav kirine, hêzên ser bi Îtlaeta Îranê li gundê Kesnezan ya ser bi bajarê Seqizê jinek Kurd binçav kirine. Di heman demê de sê xwepêşanderên jin li Esfehanê cezayên darvekirin û muabetê lê hatin birîn.   Rêxistina Mafên Mirov ya Hana têkildarî zext û zilma rejîma Îranê ya li beramberî jinan raporek belav kir.   Li gor raporê, hêzên ser bi dezgeha Îtlaeta Supayê Pasdaran, roja sêşemê (1’ê îlonê) bi şeş wesayîtan derbasî nava gundê Kesnezan yê ser bi bajarê Seqizê bûne. Bi lêdan û bêy fermana dadwer jina bi navê Nahîd Kesnezanî (48) binçavkirin.   Hatiye diyarkirin ku di dema binçavkirina Nahîd Kesnezanî de hêzên rejîmê li nava gund belav bûne, rê nedane kes ji malên xwe derkevin û zextê li malbata Nahîd Kesnezanî kirine daku kelûpelên wê yên kesî desteser bikin.   3 jinên din hatin cezakirin   Li gor heman raporê, sê xwepêşanderên jin yên bi navên; Terane Rehîmî, Rumîna Rehîmî û Sitayîş Seîdî li Dadgeha Şroeşê ya Esfehanê bi cezayê girtîgehê û darvekirinê hatin cezakirin. Hat gotin her sê jin li Girtîgeha Dewlet Abad ya Esfehanê tên ragirtin.   Hatiye diyarkirin ku Terane Rehîmî bi cezayê darvekirin û 11 sal cezayê girtîgehê, Rumîna Rehîmî bi cezayê 25 salan û Stayîş Seîdî jî bi cezayê 5 sal girtîgehê hatine cezakirin.