'Divê em bi têkoşîna hevpar xwedî li mîrateya Jin Jiyan Azadî derkevin' 2026-09-04 09:50:10   NAVENDA NÛÇEYAN  - Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat: "Ji bo şerkirinê çiqasî cesareta me hebe ji bo aştiyê jî heye. Yanî em ji bo aştiyê cesaret dikin, li vê derê ne. Lê belê bêrûmetiyê qebûl nakin. Bêyî azadiya Rêbertî aştî nabe. Divê em bi têkoşîna hevpar xwedî li mîrateya Jin Jiyan Azadî derkevin."   Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat beşdarî Bernameya Taybet a li Stêrk TV bû, bîranînên ji bo şehîdên azadiyê yên ukrdistanê û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Hevpeyvîn bi vî rengî ye:   * Gelê?Bakurê?Kurdistanê û di heman demê de?li Ewropa û li Rojavayê Kurdistanê jî?şehîdên?doza?azadiyê bi merasîmên girseyî?tên bibîranîn.?Li ser zimanê her dayikekê bê guman aştî heye.?We?sekna gel a xwedîderketina li şehîdan?we çawa dît?û?hûn?çawa dinirxînin?   Ev çend roj in gelê me bi merasîmên mezin?û bi girseyî?şehîdên?me?bi bîr tînin.?Ez di serî de van şehîdên me yên şoreşê bi?tevahî bi?rêzdarî, bi hurmet,?bi hezkirin, bi?deyndariyeke mezin li ser esasê bîranîna wan û têkoşîna wan bi bîr tînim. Û ji malbatên me?ên?şehîd û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazim.?Watedayîna şehîdan?bi rastî?felsefeya jiyana,?wekî rêbertî, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd?û gelê Kurd?girîng?e.?Bi rastî di bersiva merasîman de jî gelê me?vê nirxê?û?vê xwedîderketinê, şopdariya?şehîdan?bê?seknekî çawa raber?bike?û çawa pêk were nîşan dide.?Pêvajoyeke 2 sal in, bi taybetî pêvajoya ku ji 27'ê Sibata 2025'an?ku?Serokatî?daye?destpêkirin?abi dirûşma?aştî û civaka demokratîk, şer sekinî. Em dizanin ku gelê me di vê pêvajoyê de?lêgerîna xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd?gihand merhaleke nû, bi gavavêtina Serokatiyê ve?girêdayî. Li bendê ye ku?zarokên xwe bibîne, li bendê ye ku?çareserî?û aştî pêk were û jiyaneke?aştî, azadî û?demokratîk?li tevahiya Tirkiyeyê û?li?Rojahilata Navîn pêk were.?Êşa şer?a ku zêdetirî?50 sal e hat?jiyandin?êdî raweste.?Yekîtiya gelan, xwişk-biratiya gelan,?jiyanake aştîxwaz û demokratîk pêk were.?Li?bendê?ye zarokên vî gelî vegerin?jiyaneke aram û têkoşîna xwe, siyaseta demokratîk li ser vî esasî bidomîne û li welatekî?demokratîk bijî.?Hestên?dayikên?me, hestên malbatên şehîdan?û?dayik?û malbatên?gerîlayan em fêm dikin.?Li bendê ne ku zarokên xwe hembêz bikin. Jiyaneke birûmet, jiyaneke bi vîn û jiyaneke li ser esasê aştiyê hatiye?avakirin. Di demek wisa de?bi hêviyeke mezin li?bendê?ne ku?ev pêvajo bi ser dikeve, Serokatî?azad bibe?û şervanên azadiyê bi berdelên giran ev têkoşîn meşandine?vegerin nav civaka xwe û li ser esasê?di bava civakek demokratîk de têkoşîna xwe bidomîn. Di rewşek wisa agahiya şehîd bihîstin, helbet giran e.?    Êş?û hesreta bi salan a?dayikên me û?malbatên me?jiyane nûjiyan dibe.?Ji bo vê?hestên?pêşwazîkirina şehîdan bi xemgînî?çêdibe. Lê belê?merasîmên ku hatine organîzekirin, bi rastî di vir de dixwazim?spasiya saziya MEBYA-DER’ê bikim.?Wek Tevgera Azadiya Jinên Kurd spasiyê xwe pêşkêşî sazî û kesên di van merasîman de cih girtine dikim.?Bi rêxistineyeke pir mezin, bi?hesasiyeteke pir mezin û bi hurmeteke pir mezin ev merasîm tên organîzekirin.?Ne tenê malabtên me civaka gelê Kurd û dostên wan bi giştî xwedîketineke bi rûmet?li merasîman?raber dikin.?Ev tê wateya ku pêşwazîkirina?rastiya şehîd wekî?heq dike?tê çêkirin. Hestên bi salan pir kom bûye, bendewariyeke?pir mezin jiyaneke azad lê heye bi bîranînên şehîdan re tê honandin. Malbatên şehîdan?tên gel hev. Malbatên ku hev nas dikin û nas nakin tên gel hev, êşên xwe bi hev re parve dikin.     Helbet gelê Kurd tu cari şehîdên şoreşê, şehîdên jiyana azad?tenê bi girî pêşwazî nekir. Helbet hin dayik hestên wan û dilê wan pir?giran?dibe hêsir dibarînin. Em vê dibînin û wateyê didinê.?Lê?pir?axaftinên di merasîman de tên kirin, em bi hêsirên çavan şehîdan pêşwazî nakin.?Em bi rûmet, bi şeref,?bi qeheremanî, bi cesaret, bi?israra jiyaneke azada,?yekgirtina?civakê,?yekgirtin û rêxistinbûna gelê Kurd?û bi?hestên neteweyî?şehîd tên?pêşwazîkirin.?Ji bo vê jî wekî?çandekê di nava gelê Kurd û Kurdistanê de pêşwazîkirina şehîdan hatiye rûniştandin.?Bi eleqeyekî berxwedaniya jiyana azad,?bi eleqeyekî yekîtiya neteweyî, xwedîderketina li nirxên şoreşê?pêşwazîkirina şehîdan tê çêkirin. Ji bo wê jî bi rastî pir bi wateye pir bi nirx e.?    Dema em her dîmenên pêşwazîkirina şehîdan temaşe dikin dizanin ku?kombûnên civakî û xwedîderketina nirxan xurt dike.?Hestên xwedîderketina li nirxand xurt dibe. Hestên ku em layiqê berdêlên ku şehîdan dan, bibin, xurt dibe. Rastiya şehîd û?rastiya Serokatî?felsefeya?jiyana azad dabû avakirin, niha jî gelê me xwedî li wê derdikeve. Bi rastî, şehîd çi bû? Xwedîderketina jiyana azad bû.?Rastiya şehîd û têkoşîna li pey hat meşandin çi bû? Kurdistaneke azad were avakirin.?Û rastiya şehîdan çi bû? Nirxên şoreşê zindîkirin bû. Bîr?berxwedaniyê?di her dîrokê de zindîkirin bû. Di kombûna merasîman de, axaftinên tên kirin?û bangewaziyên dayikên me û ewqas êş jiyaye jî gotina?“em aştiyê dixwazin”,?“Em jiyaneke demokratîk dixwazin”,?“Em mafên gelê Kurd ê azad dixwazin”. Di rastiyê de xeyalên şehîdan ên ku li pey wê meşiyan,?ji bo wê têkoşiyan?û? dan meşandin, di her gotina wan a ku dema ber bi şehadetê ve diçûn?wekî gotina Xeyrî Dûrmûş?“Em jiyana xwe di berdela vê şoreşê de didin lê?em deyndsrê vî gelî ne.”?Heval Kemal Pîr, heval Zîlan, heval Sema û bi hezaran şehîdên me.?Herî dawî heval jî îlan kirin, nêzîkî 28 hezar şehîdên me hene. Tenê?wekî kadroyên vê tevgerê eekî şoreşgerên vê tevgerê. Bi hezaran şehîd bangewaziya wan çi bû??Em ji jiyanê ewqasî hez dikin ku ji bo azad û bi rûmet were jiyîn, em mirinê didin ber çavan?û bi kirinê re dimeşin. Dirûşma?“Em ji?mirinê?mezintir in”?çêbû.?    Têkoşîna me, xeyalên me û berdlên em didin, bi rastî mirin?kuşt. Êdî mirin bû jiyaneke azad. Wesîleyên mirinê, wesîleyên şehadetê bûn wesîleya jiyaneke azad.?Niha hatina gel hev a gelê me, bangewaziya aştiyê, bangewaziya jiyaneke azad, bangewaziya çareseriya pirsgirêka Kurd?û bangewaziya xwişk û biratiya gelan mezinbûna vê armancê îfade dike.?Bersivdayîna berdelên şehîdan îfade dike.?Gel dibêje em amade ne. Gel dibêje ew bedelên ku hatine dayîn êdî jiyanî be.?Jiyanîbûn çi ye zindîkirina nirxên gelê Kurd, bîrê Kurdewarî jiyîn, nasnameya Kurdewarî?û aştiyeke bi rûmet?di nava gelan de?were pêkanîn.?Rêya vê jî xwedîderketina pêvajoyê ye. Xwedîderketina xeyalên şehîdan e.?Xwedîderketina şehîdan çi ye? Kombûna civakê ye, rêxistinbûna civakê ye. Têkoşîna xwe bi cûrbecûr û?bi?dewlemendî?li ser stratejiya siyaseta demokratîk, rêxistinbûn?civaka demokratîk û avabûna?komareke demokratîk de?rolekî sereke û pêşeng?gelê Kurd,jinên Kurd bi hafizeya şehîdan avakiriye û dîroka şehîdan, nirxên ku şehîdan avakiriye wek şopdar û domandina wê ye.?Ev kombûn tê vê wateyê. Di aliyê hest de, di aliyê bîrê de û di aliyê rêxistinbûnê de?tê vê wateyê.?Tenê malbatên me yên şehîdan li wir kom nabin. Yanî li wir?gelê me tevahî li wir kom dibe û xwedî li nirxên ku şehîdan daye avakirin derdikeve û?ji bo?bîranîna şehîda njiyanî bibe,?misoger bibe û veguhere?misogerkirina mafên gelê Kurd û?civakek demokratîk ava bibe kom dibin û xwe bi rêxistin dikin.?Dixwazin li vir bangewaziyekê bikim. Car caran rexneyên malbatên me yên şehîdan bi vê şêwazê çêdibin. Yanî?tenê di rojên êş de hatina gel malbatên şehîdan?û xwdîderketina têr nakin. Pêwîste her?roj?bi?rûmetbûna malbatên me yên şehîdan xwedîderketinek çêbibe.?Pirsîna wan,?xwedîerketina wan bedelana û wan bedelan veguherandina?şêweyeke?têkoşînê û rêxistinbûna civakê divê teqez?were çêkirin. Tenê rojên êş de hatina gel hev na.?Xwedîderketina nirxên şehîdan xwedîderketina malbatên şehîdan e.    Pêwîst e saziyên me, gelê?me?û di serî de jin û ciwan?divê teqez xwedîderketina malbatên şehîdan bidomînin. Ev?bîranîn?jiyanî?û?rêxistinî be?û veguhere şêweyeke têkoşînê.?Bi vê şêwazê em dikarin xeyalên şehîdan pêk bînin.?Wek Tevgera Azadiya Jinên?Kurdistanê, wek PAJK’ê jî bersivdayîna me li ser vî esasî ye, hewldanên me li ser vî esasî ye.?Şehîd bîra me ya têkoşînê ye, jiyana azad e, rêhevaltiya rast e?û?xwedîderketina nirxê şoreşê ye. Xeta têkoşîna de dide diyarkirin. Rûmet e. Yanî bi qehremantiya wan, cesareta wan, hezkirina wan a jiyanê, komunalbûna wan, rêhevaltiya rast, exlaq û pîvanên Apogerî daye avakirin. Pîvana me jiyana azad e. Rêya me ya têkoşînê diyar kirine. Em?ê her di wê rêyê de bimeşin. Bersivdayîna me ya şehîdan qet tawîzdayîna ji xeta azadiyê?qebûl nake.?Heta jiyana azad?her bişopînin, her bijîn û bidin jiyandin.?    Bersiva dayikên me, malbatên me yên şehîd li ser vî esasî be.?Em ê bi aştiyeke bi rûmet bersiva şehîdan bidin.?Bersiva?berdelên malbatên me yên şehîdan dane jî?jiyaneke bi rûmet, Kurdistaneke azad û civakeke demokratîk pêk were.?Li ser vî esasî em dîsa bi rêzdarî şehîdên xwe yên şoreşê bi hurmet bi bîr tînin. Êşa malbatên me malbatên me yên şehîdan parve dikin.?Em destê malbatên me yên şehîd û dayikên me bi hurmet maç dikin. Bi rastî êşa me yek e,?ew êş me mezin dike, ew me bi hêz dike?û ew êş me bêhtir bi têkoşîn?û rêxistinbûnê?dide girêdan.?Em bawer dikin ku ev merasîm wê bibe?wesîleyek bi vê şêwazê?têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna azadiya fîzîkî ya Serokatî û serxistina vê pêvajoya aştiyê wê bêhtir?hêz û moral bide. Yekgirtina civaka Kurd wê xurttir bike.?Çi ji destê me were em ê li ser vî esasî serxistina vê pêvajoyê pêk bînin.?    * We pir bal?kişand ser yekgirtina gelê Kurd. We pir zêde bal kişand ser hurmet dayînê. Tê bîra?dmea di nava civakê de miriyek hebûya perdeyek davêtin ser televîzyonê. Lê niha rexmî??gelê Kurd ewqas şehîdên xwe yên azadiyê dispêre axê, hinek nêzîkbûnên nîjadperest derdikevin holê. Mînak,?gelê Kurd ê feqîr ji bo kar diçin metropolan êrîşî wan dikin.?An di maça Amedsporê de torbeyên zer nîşanî me didin. Di rewşeke wisa de?wê gelên Kurd û Tirk çawa?bi hev re azad bijîn an jî wê aştî çawa pêk were???    Bi rastî diçaliyê civakê dea pirsgirêka aştiyê nîne. Civakên?Kurd,?Tirk,?Ermen, Azerî?û Tirkmen?bi salan e bi hev re dijîn.?Lê yên nîjadperestiyê pêş dixin?aliyên?serdest in, desthilatdar in.?Aliyên şerxwaz û rantxur in.?Ew?aliyên ku polîtîkayên şer?organîze dikin û bi zanebûn tahrîk dikin.??Zimanê çapemeniyê bigire, zimanê hin?rayedarên?dewletê bigire, siyasetmedaran bigire û heta?yên hunermendan bigire. Yanî?zihniyeta?li ser esasê înkar?û tunekirinê?xwe daye avakirin û li ser esasê rantê şer?xwe daye jiyîn. Ev aliyan tahrîk dikin û didahfînin. Yanî ber bi şerê navxweyî û dij aştiyê derketin?ve wan rêxistin dikin.?Divê gelê me û gelê Tirkiyeyê û di serî de jin û ciwan di vî alî de şiyar bin.?Nimûne em mêze dikin ev alî?dijbertiyê dikin. Dijbertiya aştiyê dikin. Dijbertiya civaka demokratîk dikin.?Dijbertiya têkoşîna gelê Kurd a aliyê?aştiyê dikin.?Nimûne heta niha?ji bo?aştiyekî?bi rûmet pêk were, ji bo di dewletek,?welatek demokratîk de bijîn?heta niha çi kirine, çi têkoşîn dane?meşandin? Berovajî vê di tahrîka şer de rol girtine.?Tahrîkirina şer, zemînê şer,?dijbertiya gelan û nimûne her xwe dane jiyîn. Nimûne di cihê xwe de rûştine û propagandaya şer kirine.?Nimûne di cihê xwe de rûştine?nîjadperestî?û şovenîzm pêş xistine. Lê li jiyana wan mêze dîkî,?di?jiyana wan?de bi her awayekî qirêjbûnek heye. Nimûne spor jî, maç?ji bo sporê ye vê dixin wesîleyeke nîjadperestiyê.?Halbûkî spor lîstokekî?aştîxwaz?e,?lîstokekî?wekhevî ye, lîstokekî jiyana hevbeş e. Nimûne huner wisa ye, çand wisa ye.?Nimûne parvekirina civakî wisa ye.?Pêwîste di vî milî de jî şiyarbûnek hebe. Ev di heman demê de polîtîkayeke şerê taybet e.?Yanî bi?siyaseta?desthilatdariyê ve jî?girêdayî?ye.?    Bi hewldanên Rêber Apo û tevgera me pêvajoyek hat destpêkirin.?Muxatab e.?Di vî milî de?Serokatî?30-40 sal e her dibêje em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez muxatabekî digerim.?Serokatî dibêje niha?pêvajoyek muzakere û diyalogê dimeşe,ji sêdarê?em hatin ser maseya muzakereyê.?Lê ev muzakere wisa?ne li ser esasê ku her alî wekhev in û adîlane nameşe.?Belkî aqlê dewletê?limpişt perdê di dewrê de ye, lê aqlê?desthilatdariya AKP’?zêdetir li ser esasê ku desthilatdariya xwe misoger bike?tevdigere. Li ser hesabê hilbijaritnê vê pêvajoyê dide meşandin. Nimûne hîn jî peyva?“Tirkiyeyek?bê teror”?berdewam e. Nimûne komisyon ava bû, qanûn derket. Vaye 2 sal in çek nehatiye bikaranîn. Serokatî hewl dide gavên nû bide avêtin.?Taziyeyê de jî gelê Kurd dayikên Kurd behsa aşt û demokrasiyê dikin.?Lê rayedarên dewletê ji milekî ve peyva aştî û çareserî bi kar tînin lê?peyva?“Tirkiyeke bê teror”?bi?kar?tinin. Peyva?“teror”?heye. Peyva?“teror”?hebe, siyaseta înkar û tunekirinê?di?hafizeyê de zindî dike.?Nîjadperestiyê teşwîq dike,?teşwîqî?dijbertiya gelê Kurd dike. Objektîf?rewş ev e.?Pêwîste desthilatdar?û çapemeniya girêdayî wê dev ji vê peyvê berdin.?Heta ku ev peyv ji lîteraturê dernekeve û navê?pêvajoya aştî û çareseriyê neyê gotin?û?civaka demokratîk,?welatekî demokratîk û dewletekî demokratîk serwer nebe nîjadperestî?ji vê rewşê sûd werdigire.   Ji bo vê jî, rol dikeve ser çapemeniyê. Dibe ku desthilatdarî van hesaban dike, dixwaze hevsengiyeke çêbike. Yanî ji milekî ve pêvajoyê dide meşandin ku dixwaze hêviyeke di gelê Kurd de bide avakirin, ji milekî ve jî bi peyva Tirkiyeya bêteror, bi aliyên netewperest, nîjadperest, şovenîst, aqilê li ser îmha û înkarê bi salan e hatiye perwerdekirin û xwe li ser wê ava kiriye re, dixwaze hevsengî çêbike. Lê ev hevsengî heta ku derê ye. Ev hevsengî xira nebe û nequlibe peyva Aştî û Civaka Demokratîk, wê gelek provakasyonên curbebur di aliyê hêzan û kesan de çêbibin. Ji bo ku ev ziman were guhertin, divê civaka me pir hişyar be. Divê civaka me bi propoganda û şerê taybet nekeve bin bandora wê. Di serî de beşên gelên Tirkiyeyê, bi taybet jin, yên demokrasî û aştiyê dixwazin, yên dijbertiya şer dikin, dijbertiya talana xwezayê dikin, divê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ew beşên nîjadperest, yên bi şer rant digrin, divê were kêmkirin. Ji bo ku kêm be, qels be, bêdeng bibe, pêwîste kesên aştîxwaz, demokrasîxwaz dengê xwe zêdetir bilind bikin. Rayedarên civakê, pêşengên civakê divê bikevin dewrê û ber bidin pêvajoyê. Ger ev çênebe, xeterî heye. Gelê Kurd pir hesas nêz dibe. Lê ew beşên rantxwaz û şerxwaz ku xwe li ser nîjadperestiyê dane jiyankirin, îhtîmaleke ku di pêvajoyê de aloziyan û xeteriyê bidin çêkirin. Ev jî ne tenê berpirsyariya gelê Kurd e, ne tenê berpirsyariya siyasetmedarên gelê Kurd e, yan jî ne tenê ya tevgera me ye. Milekî erkê dewlet bi xwe ye, milekî jî erkê beşên ku aştî û demokrasiyê dixwazin e. Hemû beş, rayedar, sazî, dezgeh û şexsên Tirkiyeyê jî divê bi awayekî wêrek bikevin dewrê, peyva aştî û demokrasiyê bixin rojevê. Di têkoşîna demokrasiyê de divê gel û şexsiyetên Tirkiyeyê divê hin zêdetir bikevin tevgerê. Divê di kêleka vê pêvajoyê, gelê Kurd û tevgera azadiyê de hê wêrektir seknekî raber bikin.     * Gelek akademîsyen û rojnamevan jî pêşniyar kirin ku biçin bi Rêber Apo re hevdîtinan bikin. Di heman demê de tê gotin ku Rêber Apo wê di lijneyekî de cih bigire. Hûn di van mijaran de çi dibêjn?    Di serî de her tê gotin heyeta Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin dike, van peyvana dibêjin, hin nivîskar û rojnemevan dibêjin di hevdîtinan de ev tên gotin lê pratîzekirina gotinan di aliyê dewletê de pir dereng tê û pir li ser esasê bazartiyan dimeşe. Çima vê dibêjim? Nimûne, hê di destpêkê de Bahçelî bangawazî kir, got ku bila Rêber Apo were di meclîsê de bangawazî bike, rêxistina xwe fesix bike, şer çekdarî bide sekinandin û tevlî siyasetê bibe. Nêzî 2 sal bi ser derbas bû. Li ser esasê bangawaziya Rêber Apo, PKK xwe fesix kir, tevî ku xwe fesix kiriye jî hê jî dibêjin divê rêxistin xwe fesix bike. Xwe fesix kiriye, lê nabe helm û nafire, an jî nabe ax û tevlî axê nabe. Ji bo ku tevî siyasetekî demokratîk bibe, divê dewlet gavan biavêje. Bi hewldan û israrên Serokatî, bi daxwaz û xwedîderketina gel, di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin. Karkirina komîsyonê jî pir giran meşiya. Her çiqas navê wê nekirin pirsgirêka Kurd, peyva Tirkiyeya bêteror hate gotin jî, lê cara yekemîn dewlet bi fermî qebûl kir ku li Îmraliyê bi Rêbertiyê re hevdîtin di navbera dewlet û Rêbertiyê de tê kirin. Ev bi eşkeretir hate gotin.     Ji bo ku ev pêvajo bimeşe li ser esasê bangawaziya Serokatî komîsyonek di Meclîsê de hate avakirin. Hemû nûnerên partiyan di nav de cih girtin. Nîqaş hatin kirin, raporek hate amadekirin. Ji vê komîsyona Meclîsê 3 kes çûn Îmraliyê û Serokatiyê re hevdîtin kirin. Her çiqas naveroka wê hevdîtinê, bi raporê bi raya giştî re hate parvekirin jî, lê di nav de axaftin hatin neqandin, hate hilbijartin. Lê ew hevdîtin, hevdîtineke pir pîroz û dîrokî bû. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe, pêvajo bimeşe û bi komarekî demokratîk encamê bigre, pêşniyarên pir bi nirx ên Serokatî hebûn. Ger van bi rasterast civakê re parve kiriban, dibe ku niha ew qas nîjadperestî xwe nedida axaftin. Komîsyon ew kara xwe da meşandin, rapor pêşkeş kir. Piştre di Meclîsê de qanûna çarçoveyê ku Serokatî dibêje qanûna kok ya bingehîn, hate derxistin. Di dîroka Meclîsa Tirkiyeyê de care yekemîn, bi dengdanekî ew qas zêde qanûn hate qebûlkirin. Lê qanûnekî demkî ye, ne mayînde ye. Li pey wê divê girêdayî pêvajoyê qanûnên curbecur werin derxistin ku bi rastî jî pêvajo ber bi aştiyeke mayînde û bi rûmet re biçe. Di wir de jî nêzîkatiyeke dewletê ya pir bi hesab û tirsonek heye. Erê gavên pir dîrokî avêt, cara yekemîn di Meclîsê de komîsyonek hate avakirin û qanûneke bi vê şêweyê dereket. Lê rapora ku komîsyonê amade kir. Ev sedsalî zêdetire, dibe ku beriya wê jî hebe, lê herî kêm avabûna komara Tirkiyeyê heya niha pirsgirêkekî Kurd heye û li ser esasê înkar û îmhayê meşiyaye. Her şer çêbûye, her serhildan çêbûye. Herî dawî jî, di rastiya PKK’ê de 52 sal ev têkoşîn meşiyaye. Sedema me pirsgirêka Kurd e. Ev dewlet Kurd înkar kiriye, mafê gelê Kurd wek hemwelatiyeke wekhev û azad qebûl nekiriye, ziman û çanda wê red kiriye, di navê gotin û pênasekirina vê pirsgirêkê de jî tirsonekbûnek heye.    Dîsa dibêjim, hesabê desthilatdariyê, hesabê ku aliyên nîjadperest, aliyên li ser înkar û îmhayê ava bûne, xweş kirine. Lê ev pirsgirêkî dîrokî ye û li benda çareseriyê ye. Tu çi rêbazê çareser bikî jî, wê herî dawî ev pirsgirêk were çareserkirin. Cuda tu rêyên din nînin. Niha deriyeke dîrokî vebûye, wê ev li ser esasê diyalog û muzakereyê bimeşe. Piştî derxistina qanûnê jî, niha her kes mereq dike ku wê çawa pêk were. Serokatî jî rexne kir, wekî tevger me jî rexne kir. Ne qanûneke ku ji kokê her merheleyê vê pêvajoyê bide pêşiya xwe, navê vê pirsgirêkê deyne û bihêle şervanên azadiyê ku bi salan in bi berdêlên giran ev têkoşîn dane meşandin, bi aştiyeke bi rûmet ev pêvajo bimeşînin e. Li ser vê aqilê çênebûye.     Lê cara yekemîn ji bo ku çek mayînde werin sekinandin, zemînê şer ji holê were rakirin, zemîna ji bo demokratîkbûna dewletê çêbibe, gavek hate avêtin. Lê pêkanîna wê ne wisa hêsan e. Ji ber ku aqilê dewletê cuda dişixule. Şîroveyên Rêbertî ya ji bo pêkanîna vê pêkanînê cuda dişixule. Em wekî tevger jî vê cuda digrin dest. Di aliyê aqilê dewletê de, mesele çi ye? Ya yekemîn, bi temamî li ser bingeha felsefeya teslîmîyetê nêz dibe. Weke ku ev mirov bêyî sedem çûne çiyê û bêyî sedem ev qas al berdêl dane, têkoşîn kirine. Zîhniyetekî wiha heye. Ji ber vê yekê, di rastiyeke de li mezê şerekî tê meşandin; şerê zîhniyetê tê meşandin. Rêber Apo di pêkanîna vê qanûnê de jî, bi vê zîhniyetê re têdikoşe.     Dixwaze ku li ser esasê hevsengiya muzakere û têkoşînê, muzakere û berxwedanê, ev qanûn û qanûnên ku ji vê şûnde derkevin pêş ve biçe. Dixwaze derî were vekirin, neyê girtin. Lê pêkanîna vê qanûnê di aliyê hiqûqî de jî ne wisa hêsan e. Çarçoveya esas çi ye? Nimûne, ew lîjneyên di jêr de hatine avakirin dibêjin, siyasîbûn an jî bêçekbûn. Rêbertî jî dibêje bêçekbûn û aştî. Divê Rêbertî jî di wê lîjneyê de cih girtiba. Di desteya ku dewlet, wezîrên wê kom dibin, di desteya bêççekbûn û siyasîbûnê yan jî bêçekbûn û aştiyê de diviyabû navê Rêbertî bihata bilêvkirin. Ev yek diviyabû bi rengekî eşkere ji raya giştî re bihata ragihandin. Ji vê ditirsin. Mînak weke tevgera azadiyê û gelê Kurd em vê dibêjin; muzakerevanê sereke Rêbertî ye. Bêyî Rêbertî ev pêvajo bi pêş ve naçe. Bêyî Rêbertî kes venagere Tirkiyeyê. Şertê me jî pêkhatina azadiya Rêbertî ye. Rêbertî bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe û bi rengekî eşkere her roj hevdîtin were kirin.