Li Bordeauxê ji bo birêxistinkirina kooperatîfa jinan civînek hat lidarxistin 2026-09-04 14:14:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bordeauxê yê Fransayê têkildarî pêvajoya avakirin û birêxistinkirina kooperatîfa jinan civîneke agahdarkirinê hate lidarxistin. Kooperatîf armanc dike ku jin di jiyana aborî û civakîde xwe bi awayekî xurttir birêxistin bikin.   Di civînê de têkildarî armanca kooperatîfa jinan, qadên wê yên xebatê û modela birêxistinkirinê agahî hatin parvekirin û bal kişandin ser girîngiya avakirina torên piştevaniyê yên li ser ked û hilberîna jinan.   Di civînê de mijarên weke xurtkirina projeyên ku serweriya aborî ya jinan xurt bike, xuyakirina keda jinan û afirandina qadên xebatê yên nû yên li ser bingeha hilberîna kolektîf hatin gotûbêjkirin.    Piştî civîna agahdarkirinê jî beşdar dubare hatin li ba hev û fikr û pêşniyarên xwe anîn ziman. Li vir jî hate diyarkirin ku divê jin di bin banê kooperatîfê de bi awayekî çalak rola xwe bigirin û bi awayekî rasterast beşdarî pêvajoya birêxistinbûnê bibin.   Piştre jinan diyar kirin ku kooperatîfa navborî bes ne hewleke têkildarî aboriyê ye di heman demê de divê bibe qadeke ku jin piştgiriya hevûdu bikin, tecrûbeyên xwe parve bikin û bi hev re projeyên hevpar pêş bixin.    Civîna li Bordeauxê li ser bingeha ked û îradeya hevpar a jinan weke yek ji yekem pêngava xebatên têkildarî afirandina qadeke nû ya xwebirêxistinkirinê hate dîtin. Tê armanckirin ku di serdemên li pêşiya me de xebatên kooperatîfa jinan werin pêşxistin û zêdetir jin daxilî xwebirêxistinê bibin.