'Werin em li dijî hişbirê û bazirganên wê têbikoşin' 2026-09-26 16:44:28   AMED - Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê Şiyar Be di çarçoveya pêngava “Rabin” de li dijî hişbirê li Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê ev wiha hat gotin: “Werin em bi hev re li dijî vê jehrê û li dijî bazirganên vê jehrê têbikoşin.   Platforma li Dijî Tiryakê Şiyar Be di çarçoveya pêngava “Rabin” de li Sûra Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Têkoşîn û hişyariya li dijî tiryakê mezintir dikin” hate daliqandin. Parlamenerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê Ceylan Akça Cupolo û Serhat Eren, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Emîn Ay, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, rêveber û êndamên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.   Aktîvîsta TJA'yê Tulîn Aydaş di destpêka daxuyaniyê de axivî û anî ziman ku wek platforma Şiyar Be û tevgera jinan soza domandina xebat û têkoşîna xwe ya dijî hişbirê da.   Dûre Aydin Dînler diyar kir ku wan li ser navê ciwanan li taxa Medyayê xebateke anketê meşandiye, bi 600 şêniyên taxê re ketine têkiliyê û wiha got: “Gelê taxê anî ziman ku ew ji hişbir û çetebûnê nerehet in. Li her taxeke Amedê bikaranîna madeyan her ku diçe zêdetir dibe. Em bang li ciwanên Amedê dikin; werin em bi hev re li dijî vê jehrê û li dijî bazirganên vê jehrê têbikoşin.”   Li ser navê Komîsyona Taxan Rojbîn Tellîogullari jî da zanîn ku ew bi hemû şêniyên taxan re yek bi yek ketin têkiliyê û got: “Pirsgirêka herî mezin a taxên me hişbir  e, pirsgirêka herî mezin a malbatên me hişbir e. Ji bilî vê yekê tu daxwazeke din a taxên me tuneye. Ji bo vê jî me hewl da derî bi derî û tax bi tax bigerin û rêxistinbûna xwe xurt bikin.”   Parlementera DEM Partiyê Ceylan Akça behsa xebatên meclisê kir û wiha got: “Di bin sîwana meclisê de bi parlamenterên me Serhat Eren, Adalet Kaya, Halîde Turkoglu û parlamenterên me yên din re di çarçoveya xebatên parastina jiyanê de me gelek pêşniyarname dan. Di serî de Wezareta Navxweyî, Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê, Wezareta Ciwan û Sporê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî, me ji van wezareta pirsî ku di van qadan de li dijî tiryakê çi hatine kirin. Gava em behsa pêvajoyeke aştî û demokratîkleşmê dikin, divê em bibînin ku ev qadên ku tiryak, fuhûş û çetebûn tê de çêdibin, di rastiyê de wekî birîneke ku şer afirandiye derdikevin holê.”   Serra Bûcak jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya Platforma Şiyar Be ku têkoşîna li dijî tiryakê dimeşîne û wiha got: “Platforma Şiyar Be hêzê dide xebatên me yên li dijî girêdayiyê. Ez dixwazim diyar bikim ku yekitiya siyaset û saziyên civakî yên sivîl dê hêzê bide van xebatan. Di rêveberiyên me yên herêmî de dê têkoşîna me ya li dijî girêdayiyê berdewam bike. Em rêveberiyên herêmî ne ku civînên taxan çêdikin; me li gelek taxan civînên gel û yên ciwanan yên girseyî li dar xistin. Ev mijara ku li ser hatiye rawestîn êdî li kolanên me gelekî zelal e; em bi kîjan civakê re werin cem hev, mijara me ya herî sereke hişbir e.”   Piştî axaftina daxuyanî hate xwendin. Metna bi zaravayê Kurdî ya Kurmancî Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr, ya bi Tirkî Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan xwend.   Gulşen Demîr da zanîn ku li dijî xirabûn û hilweşina civakî ya ku li bajaran, ciwanan, pêşerojê û exlaqa civakî hedef digire bi dirûşma “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad Rabin” pêgava Rabin rêxistin kiriye, bi biryardarî didomînin û ev tişt gotin: “Di çarçoveya vê kampanyaya dîrokî de; me li dilê Amedê li taxa Ben û Senê ya navçeya Bajarê Nû, li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezanê, li taxa Îskenderpaşa ya Sûrê û li taxa Medyayê ya navçeya Peyasê lêkolîneke kûr a qadê pêk anî. Hezar û 609 hevdîtinên rû bi rû yên ku li çar taxan hatin kirin, weki delîlen civakî yen nayen inkarkirin, rewşa hilweşina civakî û pirsgirekên kombuyî yên ku kolanên me pê re rû bi rû dimînin radixin ber çavan. Ev rapor ne raporeke li ser maseyê hatiye amadekirin;  ev rapor tomarkirina şahidiyên rasterast ên niştecîhên taxan, dayikan, jinan û ciwanan e derbarê wan kiryarên ku pirsgirêkên civakî girantir dikin. Ew tabloya balkêş a ku em îro pêşkêş dikin, daxuyaniyeke bîr û îradeyê ye ku armanca wê xurtkirina biryardarî û hevgirtina civakî ya gelê me ye.”   Gulşen Demîr di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku lêkolîna wan a taxan -bi rêya îstatîstîkan- aşkere dike ka çawa kolan ji aliyê çeteyên madeyên hişbirê ve bêewle têne hiştin û çawa tevna civakî tê hedefgirtin û got: “ Li Kaynartepeyê, ji sedî 71,2 niştecîhan li taxa xwe hîs nakin ku ewle ne. Li Ben û Senê, rêjeya nebûna ewlehiyê -tevî kesên ku hinekî xwe bêewle hîs dikin- gihiştiye ji sedî 73,3 ye. Li Îskenderpaşayê, rêjeya giştî ya kesên ku xwe ewle hîs nakin ji sedî 73,1 e. Li Medyayê, rêjeya niştecîhên ku dibêjin ew xwe ewle hîs nakin, wekî ji sedî 39 hatiye tomarkirin. Dema ku ji niştecîhên ku xwe bêewle hîs dikirin sedem hate pirsîn, li her çar taxan jî bersiveke hevpar derket pêş: firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir. Ev rêje li Îskenderpaşayê ji sedî 47,6 li Kaynartepeyê ji sedî 45,5 li Ben û Senê ji sedî 41,1 û li Medyayê ji sedî 40,1 e. Li Ben û Senê, ji her 100 kesên ku bi wan re hevpeyvîn hatiye kirin, 59 kesan bi çavên xwe dîtine ku di nava derdora wan a nêzîk û cîranên wan de madeyên hişbir tên bikaranîn. Ev rêje li Îskenderpaşayê ji sedî 44,2 û li Kaynartepeyê ji sedî 38,6 e. Herwiha ji sedî 10,3 malbatên li Ben û Senê û ji sedî 10ê malbatên li Îskenderpaşayê bi awayekî bi êş ragihandine ku zarokên wan bi xwe madeyên hişbir bikar tînin. Ev rewş mezinahiya wan pirsgirêkan aşkere dike ku gefê li tevna me ya civakî û pêşeroja me dixwin.”   Gulşen Demîr anî ziman ku bikaranîna hişbirê û firotina wê ne tenê pirsgirêka asayîşê ye û wiha bi lêv kir: “Ev madeyê ku ewqas erzan, hêsan û bêtirs li serê kolanan tê firotin, rewşeke nayê qebûlkirine. Li taxa Medyayê ku cihê niştecîhbûnê yê nû ye jî, di serê sedemên ku bikaranînê teşwîq dikin de bi ji sedî 51,7an gihiştina hêsan tê. Dema ku cihên firotinê ji aliyê zarokên taxê ve jî tên zanîn û firoşkarên ku tên gilîkirin roja din li heman quncikî disekinin, aşkere ye ku li vir pirsgirêkeke cidî ya kontrolê heye. Gelê me çareseriya vê pirsgirêkê di cezakirina hiqûqî ya bi bandor a li dijî firoşkaran de dibîne. Ev rêje li Medyayê ji sedî 76,8, li Ben û Sen û Kaynartepeyê ji sedî 60,1, li Îskenderpaşayê ji sedî 52,5 e. Em dizanin ku têkoşîna li dijî bengîtiyê ne tenê bi kesê bikarhêner re, divê bi torên ku vê bazirganiya qirêj didomînin û mercên civakî yên ku wê xwedî dikin re bi hev re bê destgirtin.”   Gulşen Demîr axaftina xwe de anî ziman ku bikaranîna madeyê li malên herî feqîr û bêtemînat hatine hiştin hîn zêdetir e û wiha pê de çû: “Li Îskenderpaşayê  dahata malê tenê 22 hezar û 376 lîre ye. Ji sedî 76,5ê malan di bin sînorê birçîbûnê de têkoşîna jiyanê didin. Rêjeya yên ku ewlehiya wan a civakî tune ye li Kaynartepeyê ji sedî 58,4, li Ben û Senê ji sedî 51,5 e. Li Kaynartepeyê di ji sedî 18,9 malan de kesekî ku dahata wî ya birêkûpêk hebe tune ye. Avahiyên xerabe yên ku bi salan e nayên xerakirin, kolanên ku nayên ronîkirin, navendên ciwanan yên ku venabin û torên firotinê yên ku pêşiya wan nayê girtin li heman cihî pal bi pal rawestin, ji vê re tenê nexşandina îhmalê nayê gotin. Em vê yekê weke parçeyekî pirsgirêkên civakî yên li ser nasname, îrade û îdîaya jiyana azad a gelê me dibînin. Çareseriya van pirsgirêkan, bi qasî polîtîkayên ewlehiyê, berpirsiyariya polîtîkayên civakî, rêveberiyên herêmî û saziyên demokratîk jî daxwaz dike.”   Gulşen Demîr bal kişand li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha bi dawî kir: “Aştî û civaka demokratîk ne tenê di qada siyasî de, divê di jiyana rojane ya civakê de jî bersiv bibîne. Jiyaneke civakî ku ciwan, jin, zarok û hemû welatî dikarin xwe di ewlehî û azadiyê de hîs bikin, dê bibe yek ji pîvanên herî girîng ên vê pêvajoyê. Jidilbûna nêzîkatiya dewletê û hemû saziyên giştî ji vê pêvajoyê re ne tenê bi gotinan, dê bi nêzîkatiya wan ji pirsgirêkên ku civak dijî re bê dîtin. Têkoşîna li dijî hişbirê, pêşeroja ciwanan, gihiştina jinan ji tedawiyê re, xizmeta bi zimanê dayikê, feqîrî, îstihdam û demokrasîya herêmî gavên berçav yên ku di van qadan de werin avêtin; dê nîşan bide ku perspektîfa aştî û civaka demokratîk di jiyanê de çiqasî bersiv dibîne. Rêjeya yên ku yekitiya hêzê ya gelê me û saziyên me yên demokratîk bi bandor dibînin li Kaynartepeyê ji sedî 78,1, li Ben û Senê ji sedî 75,1 e. Gelê me bi aqilê hevpar, ji bo pêşxistina rêbazên têkoşînê îradeya xwe beyan kiriye. Em weke Platforma Şiyar Be dê van daneyan bi hemû dînamîkên bajar re parve bikin. Em ê xebatên xwe bi 4 navçeyên navendî yên Amedê re sînordar nehêlin; kolan bi kolan, mal bi mal mezin bikin. Platforma Şiyar Be li cem ciwan, jin û zarokên hemû bajarên me ye. Em hemû gelê xwe, jinan, ciwanan, saziyên demokratîk û rêveberiyên herêmî vedixwînin ku li taxan bibin yek, xwedî li kolanên me derkevin û li dijî pirsgirêkên civakî yên ku li bajarên me kûr dibin xwerêxistinkirina civakî ya herî xurt pêş bixin.”