Li Cebeciyê êrişî çalakiya ji bo Jîna Emînî hat kirin

  • 15:59 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Endamên Femînîst Kolektîf ên Zanîngehê yên li Kampusa Cebeci ji bo Jîna Mahsa dengê xwe bilind kirin bi êrişa komeke nîjadperest rû bi rû man.  
 
Endamên Femînîst Kolektîf ên Zanîngehê yên li Kampusa Cebeci ji bo Jîna Mahsa dengê xwe bilind kirin bi êrişa komeke nîjadperest rû bi rû man.  Xwendekarên li Fakulteya Agahiyên Siyasî (SBF) kom bûn daxuyaniya çapemeniyê dan. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ji ber jinekê zextên rejîma molla qebûl nekir hat qetilkirin û hat gotin têkoşîna Mahsa têkoşîna hemû jinan e. 
 
Jinên ji bo piştgiriya Jîna porê xwe jêkirin dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di vê navberê de komeke nîjadperest ji xwendekaran re gotin "Tu yê tirkî bêje, tirkî biaxive."
 
Li dijî hewldana provekator xwendekaran dirûşmên kurdî berz kirin û gotin em ê rê nedin çeteyên faşîst.