Li Foçayê jinan qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir

  • 16:40 27 Îlon 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên Aştîxwaz ên Foçayê, bi armanca ku qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê hat qetilkirin şermezar bikin kincên reş li xwe kirin.
 
Jinên Aştîxwaz ên Foçayê, ji bo ku qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî şermezar bikin li ber Buroya Turîzmê ya Foçayê kom bûn û kincên reş li xwe kirin. Jina pankarta bi nivîsa "Jin jiyan azadadî" ku ambilema Meşa Jinan a Cîhan li ser  û "Em ne di şînê de di serhildanê de ne" vekirin. Jinên çalakger dirûşmên "Jin jiyan azadî" jî berz kirin û gotin ku ewl li gel jinên Îranê ne. 
 
Çalkiya jinan bi dirûşman bi dawî bû.