
Li dijî kana xîzê bertek: Ewlehiya canê me tune ye
- 09:02 19 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Welatiyan bertek nîşanê projeya kana xîzê ya li taxa Hûsîkan hatiye destpêkirin, dan û gotin bi projeyê wê qada jiyanê nemîne û wê bandorê li hemû zindiyan bibe. Her wiha diyar kirin ku divê proje bê betalkirin.
Di mehên borî de ji aliyê Kalyon Înşatê ve li gundê Hûsîkan a Xana Axpar a Amedê pojeya kana xîzê hat destpêkirin. Gundiyên Husîkan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku wê zirarek mezin bide xwezayê û gotin divê demidlest bê rawestandin.
‘Gotin em ê çiyayê we bikolin’
Jina bi navê Azîze Turgay wiha got: “Ji ber xebatan zindî zirarê dibînin. Hatin gotin ‘em ê çiyayên we bikolin’. Me jî destûr neda. Em gundî bi leşkeran re hatin rû hev. Leşkeran gule reşand ser me. Niha kamyon sibehê û bi şev derbas dibin. Nahêlin em razên. Toz û axê radikin. Rê texrîb dikin. Hewcedariya gundiyan bi kayê heye lê wesayîtên kayê nikarin bikevin gund. Wesayîta her kesî di rê de xera dibe. Zarok li vir dilîzin. Kamyon bi lez derbas dibin.”
‘Kana xîzê çêbikin em ê çi bikin?’
Azîze Turgay destnîşan kir ku di rewşa proje bikeve jiyanê de wê hemû çavkaniyên xwe winda bikin û wiha dirêjî dayê: “Bila kamyon derbas nebin. Bila riyên me çêbikin. Em vê kanê naxwazin. Wê gundê me, sewalên me zarokên me zirarê bibînin. Ev kan çê bibe em ê çi bikin? Ax pir zêde ye. Em nikarin paqijiyê bikin. Em sewalkariyê dikin. Em ê destûrê nedin ku gundê me bê texrîbkirin.”
‘Ji bo sewalan çêre nehiştin’
Jina bi navê Ebrîze Altan jî anî ziman ku piştî projeyê bandorek neyînî li ser wan bûye û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin kamyon derbas bibin. Wesayîtên me her roj xera dibin. Tu tiştek negotin û 4 meh berê hatin gotin em kanê çêdikin. Me destûr neda. Cendermeyan li gundiyan xistin. Qerekol jî tiştekî nake. Ji bo sewalên me çêre nema. Zarokên me nexweş dikevin.”
Ewlehiya zindiyan tune ye
Remziye Turgay jî bi lêv kir ku ewlehiya canê wan tune ye û wiha domand: “Em kamyonan naxwazin. Riyên me hemû xera bûne. Wesayîtên me xera dibin. Dema nexweşên me çêdibin ambulans nikarin bikevin gund. Kesî der barê vê de agahî neda me. Ewlehiya me zarokên me û ziniyan tune ye. Ev rê li ber nexweşiyan vedike.”