
‘Divê hêrî zêde jin xwedî li pêvajoyê derkevin'
- 09:03 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Arzu Karman geşedanên demên dawî nirxand û got: “ Gelê Kurd û Birêz Ocalan îradeya çareseriyê danî holê. Ji vir şûnde divê dewlet gavê bavêje. Herî zêde divê jin xwedî li pêvajoyê derkevin.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de banga bi dîmen a dîrokî kir. Abdullah Ocalan îfadeyên wekê "Asta em hatinê bi gavên nû pratîkê ferz dike. Ez ne bi çekan, bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer dikim û bang dikim ku ev rêgez bikeve jiyanê". Banga 26 salan şûnde bi dîmen hat kirin kelecanek mezin afirand. Piştî bangê PKK’ê li bejahiya Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê merasîma şewitandina çekan pêk anî. Ji vir şûnde gavên ku dewlet divê bavêjin tê payîn.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Arzu Karaman derbarê pêvajoyê de axivî.
‘Em li hemû Kurdistanê civînên gel dikin’
Arzu Karaman banga "Aştî û civaka demokratîk’ a Abdullah Ocalan bibîrxist û got ev di alî bêdengbûna çekan û avakirina civaka demokratîk de girîng e. Arzu Karaman ev tişt vegot: “Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan, jin û ciwanan hat kirin. Hemû gelan jin û ciwanan pêvajo esas girtin û xwedî lê derketin. Di esasê de me civînên gel pêk anîn. Me nîqaş meşandin.”
Arzu Karaman her wiha diyar kir ku gel di mijara civaka demokratîk de ne biyaniye û wiha domand: “Ev teşeyê jiyanek nû ya ji dîroka Gelê Kurd tê ye. Bi saya vê dema me ev ragîhand me zehmetî nekişandin. Em civînên xwe didomînin.”
‘Tirkiyeyê xwe li grava Îmraliyê dît’
Arzu Karaman di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Banga Birêz Ocalan watedare. Sêyemîn şerê cîhanê niha tê jiyîn. Di vir de dîsa Gelê kurd hedef tê girtin. Me dît ku bedelên giran dîsa jin û zarok didin. Rastiya Tirkiyeyê li holê ye. Aşkeraye ku êrîşên Iraîlê yên li hember Îranê wê belavî Tirkiyeyê jî bibe. Tirkiyeyê ev li ber çava girt û xwe li Îmraliyê dît. Bi birêz Ocalan re hewl dan çareseriyekê bibînin. Devlet Bahçelî bang kir û Birêz Ocalan erênî bersiv da. Birêz Ocalan her tim banga aştiyê dikir. Têkoşîneke ku 50 sale didome heye. Birêz Ocalan manîfestoyek danî holê û got divê çek ji dewrê derkevin. Dewletê jî ev ferq kir ku bi çekan nagihêjin cihekî.”
‘Bi hevkarî tevbigerin wê şer jî rawest e’
Arzu Karaman diyar kir ku ger Gelê Tirk û Tirk vê qebûl bikin û bi hevkarî tevbigerin wê ev şer û kaos jî raweste û wiha dawî lê anî: “Li ser banga Abdullah Ocalan komeke PKK’ê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Em berdana çekan wek niyetek baş dinirxînin. Wan hêza çareseriyê danî holê. Gelê Kurd û Birêz Ocalan îradeya çareseriyê danî holê. Ji vir şûnde divê dewlet gavê bavêje. Herî zêde jin xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê hemû gel xwedî li pêvajoyê derkevin.”