'Bi destkeftiyên şoreşê wê Sûriyê azad bibe'
- 11:03 19 Tîrmeh 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Rojnemevan Sozdar Weqas, di biçûktiya xwe de tevlî şoreşê bûye bi pîşeya xwe di nav şert û mercên dijwar de rastiyê ji raya giştî re ragihandiye. Sozdar Weqas Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Bi destkeftiyên şoreşê wê Sûriya azad bibe."
Girîngiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê bi herêmê ve sînordare. Şoreş bûye nimûneke pêşeng. Bi bedelên giran serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Bi hezaran welatî canê xwe ji bo parastina ax û gelê xwe feda kir û rûmeta mirovahiyê li hember DAIŞ'ê parastin.
Têkildarî salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê Rojnemevan Sozdar Weqas ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
Sozdar Weqas, di serî salveger pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Em salvegera lidarxistina şoreşa Rojava li hemû fedekar û nemiran her wiha li hemû welatparêz û azadîxwazên ku bi têkoşîna xwe mohra xwe li şoreşê dane em li wan pîroz dikin."
Mezinbûna asta şoreşê
Sozdar Weqas di dewama axaftina xwe de qala sedem û bingehên lidarxistina şoreşê kir û wiha dom kir: "Şoreşa me ji valatiyê nehat lidarxistin, ji ber civaka Kurd di Sûriya yê de hatibû paşguh û tune kirin. Gelek car sîstemên qirkirinên çandî, civakî, nasnemeyî hatin ferz kirin. Di milê xwe parastinê de jî pêşî li wan hatibû girtin. Di nava çarçoveyek teng de hatibûn xetimandin. Ev sedemên bingehîn bûn ku bi xwe re lidarxistina şoreşek li ser bingeha mafxwaziyê li hember ferz kirina yek ziman, ol, netew û al hat dest pê kirin. Şoreşa me nebû tenê para Gelê Kurd lê hemû netewên ku mafê wan hatibûn xwarin cihê xwe di bilind kirina asta şoreşê de girtin."
'Bi ked û tecrubeyê em hatin roja îro'
Bi Hevoka "Bi kedê me şoreş rakir ser piya" Sozdar Weqas axaftina xwe dewam kir û got: "Me gelek ked da li tenişta wê bi hezaran nemirên me çêbûn û bi vê awayî me şoreşa xwe bi ser xist û têde bûn şahidê hemû kêliyên wê yên tokşînê ev hemû bûn sedem ku ji derveyî erdnîgariya Rojava gel berê xwe bidin herêmên me û rastiya vê şoreşê ji nêz ve nas bikin."
'Ne mumkine ev şoreş têk biçe'
Di temam kirina axaftina xwe de Sozdar Weqas qala cih girtina jinê bi saya şoreşê di hemî waran de kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dema ku me ev şoreşa xwe li dar xist me ne tenê di warê civakî de hebûna xwe da îfade kir, lê ya girîng ew e ku me hem di warê leşgerî, aborî, rêxistinî û civakî de bûn xwedî rol û misyon. Dema ku îro şoreşa me xwe gihand lutkeyê ev tê wê wateya ku me hevsengî û tewazonek di nava civakê de da ava kirin. Ji ber ku jin û mêr bi hev re di şoreşê de bûn xwedî destkeftî, ked û têkoşîn. Ji ber ku ev şoreş şoreşa jin û hemû gelan bû îro her kes cihê xwe di nava vê şoreşê de digrin her wiha li derdora rêxistina xwe bi awayekî ji dil kom dibûn. Ne mumkine ev şoreş têk biçe."
'Bi perspektifên rêbertî şoreşa me mezin bû'
Di nava axaftina xwe de Sozdar Weqas da tekez kirin ku ew bi saya ramanên rêbertî bûn xwedî şoreş û destkeftî û wiha dom kir: "Şoreşa me xwedî bingeh bû yek ji wan bingehan jî xwe mezin kirin li gor perspektifên rêbertî. Ji ber ku rêbertî her daxwaz dikir ku jin were azad kirin dema şoreşa me jî bi avabûna artêşbûna YPJ deng veda, wê demê ev eşkere dide nîşandan ku me xwe di felsefeya rêberê Aştiyê Abdullah Ocalan de kur kir. Jin di her qadê de xwe da îsbat kirin. Sîstema hevseroketiyê hat avakirin û bi vê awayî şoreşa me li cîhanê deng veda."
'Şêxmeqsûd di şoreşa Rojava de bû keleha berxwedanê'
Di domadina axaftina xwe de Sozdar Weqas qala taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê kir ku ew jî para xwe ji serîhildanên gel û şoreşê girt û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandora xwe li ser hemû Sûriya yê kir. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ku di nava şerên ewqas giran de xwe li ser piya girt û rêxistina xwe dan ava kirin ev hemû bûn cihê matmayîbûnê ji bû gelên biyanî. Bi şerê gelê şoreşger me dengê xwe li dinyayê veda. Tevî ku ji aliyê Rêjîma Baas û çeteyên dewleta Tirk em rastî gelek dorpêç û êrîşan hatin, lê belê me teslîmkarî nepejirand me sîstema xwe da ava kirin, xwe parastin derxist pêş, tenê di temaşekirina li dîwar û kolanên taxê rastiya berxwedaniyek bê hempa dide vejandinm, çimkî hemû endamên malbetê ji bo parastina taxê ketin nava tekoşîn û berxwedaniyê."
'DAIŞ li ser vê erdnîgariyê têk çûn'
Di nirxandina xwe de Sozdar Weqas da diyar kirin ku bi yekbûna gel û şervanan hemû êrîş li ser Rojava hatin têk birin û wiha bi lêv kir: "Di Rojava de şervan bi tenê xwe şer nekirin lê belê gel jî li pişta şervanên xwe bûn. Çeteyên herî tund di cîhanê de weke nimune DAIŞ li ser vê erdnîgariyê têk çûn. Em înkar nakin ku bi siyasetek qirêj hin deverên me hatin dagirkirin û heya niha di bin destê dagirkeriyê de ne weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê lê belê berxwedana va gelê dibe jinû ve parastina destkeftiyên şoreşê. Her çiqas rastî astengî û zehmetiyan jî hatin lê belê asta berxwedana wan her li pêş e ji ber ku bi rêxistina xwe bawerin."
'YPJ nasneme û hebûna gelê Rojava ye'
Sozdar Weqas di axaftina xwe de bal kişand li ser rola jin û di nav de avakirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ û wiha dewam kir: "Tişta herî balkêş ku di nava şoreşê de hat avakirin damezirandina artêşa jin weke YPJ bû. Her wiha di nava her herêmekê de hişyaraiya gel bi têkoşîna jinekê dihat destpêkirin weke taxa Şêxmeqsûd jî nemir Gulê Selmo dema hat şehîd xistin tevahî gelên taxê herikîn kolanan û bi rihê şoreşgertiyê tola Gulê Selmo rakirin. Xeta ku wê da destpêkirin bi hezaran jin rakir ser piya. Bajarê Efrînê jî bi şehadeta yekemîn şervanên YPJ weke Silava Efrîn, Birêvan Qelender bi hezaran jin ji xewa koletiyê dan hişyar kirin. Nemir Arîn Mîrkan ku li Kobanê xwe di dilê dijminan de teqand rastiya jina berxwedêr û wêrek ji cîhanê re da eşkere kirin. Lewma YPJ ne tenê hêz e lê belê nasneme û hebûna gelê Rojava ye. Cewhera jin dide îfade kirin."
'Bi sê jinan di şer de xebata ragihandinê dihat kirin'
Sozdar Weqas li ser tevlîbûna xwe ya nava şoreşê û xebata ragihandinê kir û wiha pê de çû: "Piştî ku şoreş hat destpêkirin ji bo em jî bibin xwedî mohrek di nava vê şoreşê de ez di sala 2014'an de tevlî nava xebata ragihandinê bûm. Wê demê şer bi ser taxê de jî dihat kirin em di nava êriş û dorpêçê de bûn gelek zehmetî me kişand bi tecrubeyên xwe me ev xebat gihand roja îro, bi yek Kemera û Labtob me kêliyên şer radigihand. Di vê taxê de em bûn şahidê gelek bûyerên dîrokî. Bi êş tevî ku em tenê sê hevalên jin bûn di taxê de lê belê ji ber ku me xwe bi rêxistin kiribû me karîbû kêliyên berxwedanê ji raya giştî re bidin eşkere kirin. Gelek car laptopên me nîn bûn me bi riya telefona xwe nûçeyên xwe çêdikir û rêdikir. Ceyran nîn bû me cihê xwe di xestê de girtibû û bi vê awayî me xebat da meşandin."
'Bi destkeftiyên şoreşê wê Sûriya azad bibe'
Di dawiya axaftina xwe de Sozdar Weqas hêviyên xwe anî ziman û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heya ev şoreş hat lidarxistin gelek astengî hatin kişandin lê belê ji bo ku ev şoreş biçe serî û deha encam gir be divê em asta rêxistinbûna xwe bidin pêş heya ku em hemû Sûriya yê ji aloziyê bidin xelas kirin û herêmên dagirkirî ji destê çeteyan bidin rizgar kirin."